Here naverokê
BakurCivak

Hişyariya koda zer ji bo 18 bajarên Kurdan

1 xulek xwendin
Hişyariya koda zer ji bo 18 bajarên Kurdan

Çi çêbû?

Birêvebiriya Giştî ya Meteorolojiyê ragihand ku li 18 parêzgehên Kurdan ba, barana bi lêzme û li hin deveran berf tê pêşbînîkirin. Saziyê ji bo van parêzgehan hişyariya koda zer weşand.

Birêvebiriya Giştî ya Meteorolojiyê xwest ku kesên li bajarên di çarçoveya hişyariyê de dijîn li hember neyîniyên gengaz hişyar bin. Li gorî daneyên saziyê, roja Yekşemê, 29ê Mijdarê germahiya hewayê dê bi awayekî berçav kêm bibe.

Parêzgehên ku hişyariya koda zer ji bo hat dayîn Semsûr, Agirî, Çewlîg, , û Xarpêt bûn. Erzirom, Dîlok û Colemêrg jî ketin nav listeyê. Birêvebiriya Giştî ya Meteorolojiyê ji bo Meletî, Mereş, û Mûşê jî koda zer da. Hişyariyê Sêrt, , Wan, Êlih û Şirnex jî girtin nav xwe.