Rê li ber gihîştina 407 malperên internetê hat girtin

Çi çêbû?
Di encama xebatên dewriyeya virtual a Fermandariya Cendirmeyan a Parêzgeha Enqereyê de, rê li ber gihîştina 407 malperên internetê hat girtin. Fermandariyê destnîşan kir ku van malperan qumara neqanûnî, xapandin û naveroka bêexlaq belav dikirin.
Hat ragihandin ku xebat di navbera 16 û 22ê Mijdarê de hatine kirin. Ji bilî dewriyeya virtual, lêkolîna çavkaniyên vekirî jî hat meşandin. Di vê çarçoveyê de 793 hesabên medyaya civakî û navnîşanên URL bi hûrgilî hatin lêkolînkirin.
Di vekolînan de hat diyarkirin ku 342 malperan derfeta lîstina qumara neqanûnî dida. Hat destnîşankirin ku li 5 malperan bi rêbaza fişingê xapandin dihat kirin. Derket holê ku 60 malperên mayî jî naveroka bêexlaq parve dikirin.
Malperên ku hatin destnîşankirin ji Serokatiya Ewlehiya Siber re hatin ragihandin. Piştre qedexeya gihîştinê li ser van malperan hat sepandin.