Li ser rêya Derbendîxan û Zerayenê di qezayeke trafîkê de zarokek mir
1 xulek xwendin

Çi çêbû?
Li gorî agahiyên Casim Elî Xan, Rêveberê Trafîkê yê Derbendîxana ser bi parêzgeha Silêmaniyê ve, li ser rêya navbera Derbendîxan û Zerayenê di qezayeke trafîkê de zarokek jiyana xwe ji dest da. Casim Elî Xan diyar kir ku di qezayê de sê kes jî bi giranî birîndar bûne.
Casim Elî Xan got ku qeza li nêzîkî gundê Birkê qewimiye. Li gorî Casim Elî Xan, qeza ji ber lihevketina kamyonekê û taksiyekê qewimiye.
Casim Elî Xan herwiha ragihand ku derbarê çawaniya qewimîna qezayê de lêpirsîn hatiye destpêkirin.