Here naverokê
RojhilatSiyaset

Wezareta Istixbaratê ya Îranê: Li Urmiyeyê 33 kes hatin desteserkirin

2 xulek xwendin
Wezareta Istixbaratê ya Îranê: Li Urmiyeyê 33 kes hatin desteserkirin

Çi çêbû?

Wezareta Istixbaratê ya Îranê ragihand ku li Parêzgeha Urmiyeyê ya li Rojhilatê Kurdistanê dest bi ser 253 çekên agirber de hatiye girtin û 33 kes hatine desteserkirin. Wezaretê 27 kes ji bi endamtiya şaneyên cudaxwaz ên çekdar tawanbar kirin. Li gorî îdiaya wezaretê, ev kes di komployeke hevbeş a Amerîka û Îsraîlê ya li dijî welêt de cih girtin.

Birêvebiriya Istixbaratê ya parêzgehê ya girêdayî wezaretê di daxuyaniyekê de ragihand ku endamên çar şaneyên çekdar hatine tesbîtkirin û her 27 endam hatine desteserkirin. Di daxuyaniyê de hat îdiakirin ku kom li gorî plana Amerîka û Îsraîlê tevgeriyaye.

Wezaretê îdia kir ku Amerîka û Îsraîl ji bo afirandina tevlihevî û tundiyê ewlehiya navxweyî ya Îranê dikin hedef. Li gorî wezaretê, şaneyan di veguhastina amûrên Starlinkê bo bajarên navxweyî yên welêt de alîkariya van her du welatan kir. Wezaretê herwiha îdia kir ku sê tîmên di nava şaneyan de ji bo êrişan û pevçûnên nav bajaran ji welatên cîran çek derbasî welêt kirine. Wezaretê îdia kir ku yek ji van kesan welatiyekî biyanî ye. Wezaretê herwiha ragihand ku ji van tîmên qaçaxçîtiya çekan 201 demançe û tivingên pompalî û 100 şarjorên yedek ên demançeyan hatine tesbîtkirin û dest bi ser wan de hatiye girtin.

Wezareta Istixbaratê ya Îranê berê ragihandibû ku li Parêzgeha Kurdistanê operasyoneke bi heman rengî hatibû kirin. Li gorî wezaretê, di wê operasyonê de neh kesên ku bi endamtiya du şaneyên cudaxwaz ên çekdar dihatin tawanbarkirin hatin desteserkirin. Rayedaran ragihandibû ku dest bi ser 47 tivingên Kalaşnîkofê, 93 şarjoran, 2 hezar û 700 guleyan û 70 amûrên Starlinkê de hatiye girtin. Wezaretê di navbera desteserkirinên her du operasyonan de ti pêwendî danenî.

Ev daxuyanî piştî pevçûnên ku bi mehan e di navbera Tehranê û komên Kurd ên mixalefetê yên li rojavayê welêt de didomin, hat belavkirin. Di pevçûnên li herêmên çiyayî yên Merîwan û Serdeştê de, ku girêdayî Parêzgeha Kurdistanê ne, çend kes ji hêzên ewlehiyê yên Îranê jiyana xwe ji dest dan. Îran ji dawiya meha Sibatê û destpêka şer ve îdia dike ku ji Herêma Kurdistanê ya li Başûrê Kurdistanê çek tên şandin. Supaya Pasdaran (IRGC) meha Gulanê ragihandibû ku li nêzîkî Urmiyeyê pêşî li şandina barekî çekan girtiye. Lê komên Kurd ên mixalefetê yên li Herêma Kurdistanê ev îdia red kirin.