Pisporek: Pêla baranê li Herêma Kurdistanê metirsiya lehiyê bi xwe re tîne

Çi çêbû?
Rêveberiya Keşnasiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand ku roja Sêşemê, 24ê Mijdarê, li herêmên çiyayî barana sivik (nimnimk) tê payîn. Li gorî rêveberiyê, li bajaran jî asîman dê ewrayî be.
Pisporê keşnasiyê Şalaw Hidayet pêşbînî dike ku di dawiya mehê de pêleke berfireh a baranê dê bandorê li Başûrê Kurdistanê bike. Li gorî daxuyaniya ku Hidayet roja Duşemê, 23ê Mijdarê, da, pêl dê nêzîkî 15 rojan bidome. Pispor li bendê ye ku baran ji 28ê Mijdarê heta 12ê Berfanbarê berdewam bikin.
Hidayet dibêje ku li gorî nûkirin û nîşanderên dawî, ji 28ê vê mehê heta 12ê meha bê, Herêma Kurdistanê dê bikeve bin bandora sistemeke hewayê ya şil û baranbar a gelekî baş û demdirêj.
Pispor dibêje ku pêla baranê ya bê ji pêlên li pey hev ên baranê, bahoza bi gurmîn, zîpikê, daketina germahiyê û berfbarînê pêk tê. Wî her wiha got ku di vê demê de barana zêde tê payîn û ev baran dikare li herêmên ku metirsiya lehiyê lê heye bibe sedema lehî û rabûna avê.
Li gorî Hidayet, di dema pêlê de dê berf li herêmên çiyayî bibare û ax dê bi baranê têr bibe. Pispor da zanîn ku heta pêl bê, dibe ku carcaran li herêmên cuda baranên sivik ên belawela bibarin. Wî her wiha got ku di vê navberê de pileyên germahiyê dê wek xwe bimînin û bi hatina pêlê re dê bi awayekî berçav dakevin.
Li gorî Rêveberiya Keşnasiyê, roja Duşemê, 23ê Mijdarê, asîman dê ji sayî heta nîv-ewrayî be. Li parêzgeha Dihokê germahî dê yek heta du pileyan dakeve. Li herêmên din jî germahî dê wek roja berê bimîne.
Rêveberiyê ragihand ku di 24ê Mijdarê de asîman dê ji nîv-ewrayî heta kêm ewrayî be. Li herêmên çiyayî yên ser xeta sînor, di saetên şevê de egera barana sivik heye.
Pileyên germahiyê yên ku rêveberiyê ji bo 24ê Mijdarê ragihandine li jêr in. Di listeyê de û Akrê yên girêdayî parêzgeha Dihokê, Çemçemal a girêdayî parêzgeha Silêmaniyê û Soran, Pîrmam û Hacî Omeran ên girêdayî parêzgeha Hewlêrê jî hene.
| Hewlêr | 25 |
|---|---|
| Pîrmam | 20 |
| Silêmanî | 21 |
| Helebce | 23 |
| Çemçemal | 24 |
| Dihok | 22 |
| Zaxo | 20 |
| Akrê | 23 |
| Germiyan | 27 |
| Hacî Omeran | 15 |
| Soran | 21 |