Riya dualî ya Sêmêl-Sêcî, ku ji sedî 42yê wê temam bûye, Dihokê nêzîkî Zaxoyê dike

Çi çêbû?
Hat ragihandin ku ji sedî 42yê riya dualî ya stratejîk a navbera Sêmêl û Sêciyê, ku ser bi parêzgeha Dihokê ve ne, temam bûye. Tê plankirin ku rê di kêmtir ji salekê de bikeve xizmetê. Armanca projeyê ew e ku girêdana hatûçûnê ya navbera , Sêmêl û Zaxoyê xurt bike û qezayan kêm bike.
Dirêjahiya giştî ya projeyê 9 kîlometre ye. 6 kîlometreyên wê wek riyeke sereke ya nû tên avakirin. Di 3 kîlometreyên mayî de jî riya kevin tê nûkirin.
Mihemed Salih, endezyarê çavdêr ê projeyê, ragihand ku riya sereke ya 6 kîlometreyî dê riya Tenahiyê bi riya navdewletî ya navçeya Sêmêlê ve girê bide. Li gorî Salih, rê li gorî standardên teknîkî û endezyariyê yên herî bilind tê çêkirin. Salih diyar kir ku ji bo domdariya rê du qatên maddeya binbingehê, du qatên kevirên hûrkirî û sê qatên asfaltê hatine raxistin.
Şirketa North Light projeyê bi rê ve dibe. Kar ne tenê ji bo dualîkirina rê ye. Di çarçoveya projeyê de 4 pir û derbasgehên binerdî, herwiha riyeke xizmetguzariyê ya paralel jî tên çêkirin. Torên ronahiyê û avê, kanalên ava baranê û sazgehên din ên xizmetguzariyê jî beşek ji projeyê ne.
Şaban Selîm, nûnerê şirketa North Light, got ku kar her roj ji saet 08.00ê sibehê heta 18.00ê êvarê berdewam dike. Li gorî Selîm, li qadê di navbera 300 û 400 karkeran de dixebitin. Selîm got ku riya teng a yek rêçikî dê bibe kolaneke 4 rêçikî ya bi firehiya 60 metreyan. Selîm da zanîn ku ev guhertin dê hatûçûna wesayitan sivik bike û ewlehiya ajovanan zêde bike.
Riya Sêmêl-Sêcî yek ji 212 projeyên stratejîk e ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê di warê rê û piran de di nav sînorên parêzgeha Dihokê de bi rê ve dibe. Proje beşek ji plana hikûmetê ya pêşxistina binesaziyê û hêsankirina hatûçûna welatiyan e. Armanca planê ew e ku demên rêwîtiyê yên navbera Dihok, Sêmêl û Zaxoyê kurt bike û qezayên li ser riyên di navbera bajaran de kêm bike.