Li Amedê birûsk li xaniyekî ket, dayikek û 2 zarokên wê birîndar bûn
1 xulek xwendin

Çi çêbû?
Li navçeya Erxeniyê ya girêdayî parêzgeha Amedê birûsk li xaniyekî ket. Birûskê bû sedem ku dayikek û du zarokên wê yên di malê de birîndar bibin.
Bûyer li taxa Aşagibitikçi (Aşağıbitikçi) ya li gundewarê Erxeniyê qewimî. Dema ku barana bi lêzme li herêmê berdewam dikir, birûsk li xaniyekî ket.
Hat ragihandin ku dayika 26 salî N.F. û zarokên wê H.F. (7 salî) û O.F. (8 salî), ku wê demê di malê de bûn, birîndar bûne.
Piştî ku agahî hat dayîn, tîmên Tenduristiya Lezgîn a 112 û yên cendirmeyê ber bi cihê bûyerê ve hatin şandin. Karmendên tenduristiyê dayika birîndar û du zarokên wê gihandin Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Gazi Yaşargil a Amedê.