Amerîkayê ji bo zanyariyên derbarê bernameya navokî ya Îranê de 20 milyon dolar xelat danî

Çi çêbû?
Amerîkayê ragihand ku ew ê heta 20 milyon dolarî xelatê bide kesên ku derbarê bernameya navokî ya Îranê de zanyariyan didin. Bernameya Xelatên ji bo Dadmendiyê (Rewards for Justice), ku girêdayî Wezareta Derve ya Amerîkayê ye, dibe ku derfeta guhertina cih jî bide kesên ku zanyariyan parve dikin.
Wezareta Derve ya Amerîkayê diyar kir ku xelat dê ji bo zanyariyên derbarê bernameya navokî ya Îranê de were dayîn. Wezaretê da zanîn ku sazgeh, alav û karmendên têkildar dikevin nav vê çarçoveyê. Wezaretê her wiha got ku Îran li hember Ajansa Navneteweyî ya Enerjiya Atomî (IAEA) bi erkên xwe yên tedbîrên parastinê pabend nebûye. Wezaretê da zanîn ku ev pabendnebûn bû sedem ku ajans berdewamiya zanyariyan a derbarê hilberîn û envantera pêkhateyên giring ên Îranê yên wek santrîfûjên [navokî] de winda bike.
Lê Îran diparêze ku bernameya wê ya navokî aştiyane ye û niyeta wê ya pêşxistina çekên navokî tune ye.
Li aliyê din, artêşa Amerîkayê ragihand ku wê hêzeke peywirê ava kiriye. Artêşê diyar kir ku armanca vê hêzê sînordarkirina tevgera çek û materyalên di bin sizayan de li seranserê sînorên Îranê ye. Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) ragihand ku hêza peywirê ya bi navê Iron Gate dê ji bajarê Tampayê yê eyaleta Floridayê kar bike. Li gorî CENTCOMê, ev yekîne dê bi dezgehên din ên hikûmeta Amerîkayê re hevkariyê bike. Di xebatan de ji bilî veguhastina çekan, berhemên bi du bikaranînan û herikîna dahatên neqanûnî jî dê bibin armanc.
CENTCOM texmîn dike ku dorpêça deryayî ya li ser benderên Îranê rê li ber hinardekirina petrola xav a vî welatî ya bi nirxê zêdetirî 25 milyar dolarî girtiye.
Di demekê de ku îdiayên ku piştî hilbijartinên navber ên Amerîkayê êrişên li ser Îranê dikarin ji nû ve dest pê bikin zêde dibin, Serokê Amerîkayê Donald Trump berî hilbijartinan ji rojnamevanan re gotibû ku ew di vê mijarê de qet ne bi lez e.