Here naverokê
CîhanCîhan

Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî careke din ambargoya Amerîkayê ya li ser Kûbayê red kir

1 xulek xwendin
Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî careke din ambargoya Amerîkayê ya li ser Kûbayê red kir

Çi çêbû?

Serokkomarê Kûbayê Miguel Diaz-Canel diyar kir ku biryara ambargoyê ya ku di Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) de hat pejirandin, serkeftina gelê Kûbayê ye. Pêşnûmeya biryarê rakirina ambargoya aborî, bazirganî û darayî ya ku Amerîka li ser Kûbayê ferz dike, pêşbînî dike.

Di dengdana Civata Giştî de pêşnûme li hember 17 dengên na, bi 130 dengên erê hat pejirandin. Tirkiye jî di nav 130 welatên ku piştgirî da bidawîhatina ambargoyê de bû. Lê Amerîka, Îsraîl, Ûkrayna, Arjantîn û Mîrnişînên Erebî yên Yekbûyî di nav wan 17 welatên ku dengên xwe dan berdewamiya ambargoyê de ne.

Diaz-Canel bi peyamekê ku li ser platforma medyaya civakî X parve kir, encam şirove kir. Wî got ku welatên endam ên NY serî ji zext û şantajên Amerîkayê re netewand. Li gorî Diaz-Canel, tevî zextên ji bo guhertina rêça dengdanê jî, cîhan careke din bi piraniyeke pir mezin li dijî dorpêçê rawestiya.

Diaz-Canel di peyama xwe de da zanîn ku ev serkeftina ku Kûbayê îro di Civata Giştî ya NY de bi dest xist, serkeftina gelê qehreman ê Kûbayê ye. Wî got ku ev gel teslîmî siyasetên xeniqandina aborî, gef û îstismarên Hikûmeta Amerîkayê nebûye.

Diaz-Canel got ku encam li hember wan kesên ku ji bo cezakirina tevahiya neteweyekê serî li derew û şantajê didin, serkeftina rastiyê ye. Wî di dawiya peyama xwe de got ku Kûba ne gef e, dorpêç gef e.