Li Agiriyê tirek û otomobîlek li hev ketin, 4 kes mirin
1 xulek xwendin

Çi çêbû?
Li navçeya Hamûrê ya girêdayî parêzgeha Agiriyê tirek ku pancarê şekir bar kiribû û otomobîlek li hev ketin. Di qezayê de 4 kes jiyana xwe ji dest dan.
Lihevketin li wê xaçerêyê qewimî ku rêyên Hamûr û Tutaxê digihîjin hev. M.K. ajokarê tira bi plakaya 04 AAY 361 bû. Plakaya otomobîla ku tevlî qezayê bû jî 34 CCP 485 bû. Navê ajokarê otomobîlê hîn nehatiye diyarkirin.
Piştî ku agahî hat dayîn, tîmên tenduristiyê, polîs û Serokatiya Rêveberiya Karesat û Rewşên Awarte (AFAD) ber bi herêmê ve hatin şandin.
Kesên di otomobîlê de F.K. (15), V.K. (72), D.K. (62) û A.K. (36) di qezayê de jiyana xwe ji dest dan. Ajokarê tirê M.K. jî birîndar bû. Ajokarê birîndar hat birin Nexweşxaneya Dewletê ya Hamûrê. Dermankirina M.K. berdewam e.