Li daristanên Serdeştê yên li Rojhilatê Kurdistanê şewat derket

Çi çêbû?
Li gorî daxuyaniya Rêveberiya Samanên Xwezayî ya Serdeştê, roja Şemiyê 24ê Cotmeha 2026an li Serdeştê şewateke daristanê derket. Serdeşt girêdayî parêzgeha Urmiyeyê ya Rojhilatê Kurdistanê ye. Rêveberiyê ragihand ku agir di daristanên gundê Şînwê de dest pê kiriye. Li gorî agahiyên rêveberiyê, di şewatê de nîv hektar ji qada daristanî ya herêmê zirar dît.
Rêveberê Samanên Xwezayî yê Serdeştê Bextiyar Xizriyan roja Yekşemê 25ê Cotmeha 2026an derbarê şewatê de daxuyaniyek da. Xizriyan got ku nêzîkî nîv hektar ji daristana stûr a berûyan a li derdora gundê Şînwê şewitiye. Xizriyan da zanîn ku sedema derketina şewatê hêj nehatiye diyarkirin.
Li gorî agahiyên Xizriyan, ji destpêka 2026an heta niha li çêrgeh û deverên daristanî yên Serdeştê 12 şewat hatine tomarkirin. Xizriyan destnîşan kir ku di van şewatan de zêdetirî 75 hektar qad zirar dîtiye.
Hat ragihandin ku sala 2025an li daristan û çêrgehên bajarên Serdeşt û Mîrawayê 47 şewat hatine tomarkirin. Hat gotin ku di van şewatan de zêdetirî 450 hektar daristan û çêrgeh bûne xwelî.
Serdeşt li başûrê parêzgeha Urmiyeyê ye. Li bajêr 90 hezar hektar daristan û 30 hezar hektar çêrgeh hene. Bi van samanan, Serdeşt wekî devera parêzgehê ya herî dewlemend bi daristan û jîngehê tê hesibandin.