Ehmed Şera Îlham Ehmed wek endama Parlamentoya Sûriyeyê tayîn kir

Çi çêbû?
Serokkomarê Sûriyeyê Ehmed Şera bi biryarnameyekê siyasetmedara Kurd Îlham Ehmed wek parlamentera Parlamentoya Sûriyeyê tayîn kir. Tê payîn ku Îlham Ehmed di komîsyona pêwendiyên derve ya parlamentoyê de cih bigire.
Tayînkirin wek beşek ji wê peymana entegrasyonê pêk hat ku Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) û hikûmeta Şamê li ser li hev kiribûn.
Biryarname bi imzeya Ehmed Şera li Şamê hat derxistin. Dîroka belgeyê 5ê Mijdara 2026an e û hejmara wê 200 e. Li gorî biryarnameyê, tayînkirin li ser bingeha biryarên Danezana Destûrî û biryarnameya hejmar 143 a sala 2025an e.
Madeya yekem a biryarnameyê biryar dide ku Îlham Ehmed dibe endama Parlamentoya Sûriyeyê. Li gorî madeya duyem, biryar dê di Rojnameya Fermî ya Sûriyeyê de bê weşandin. Her wiha biryar dê ji bo bicihanînê ji aliyên pêwendîdar re bê şandin. Bi vê tayînkirinê hejmara endamên Parlamentoya Sûriyeyê gihîşt 205an.
Îlham Ehmed yek ji siyasetmedarên herî diyar ên Rojavayê ye. Ew sala 1963an li Efrîna girêdayî parêzgeha Helebê ji dayik bû. Ew ji salên 1990î ve di nav siyasetê de ye. Di salên borî de wê li Rojavayê di gelek saziyên giring de erkên bilind girtin ser xwe.
Di destpêka şerê navxweyî yê Sûriyeyê de ew yek ji damezrînerên Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) û Desteya Bilind a Kurd bû. Sala 2015an beşdarî damezrandina Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) bû. Heta Tîrmeha 2018an hevserokatiya meclisê kir. Di navbera salên 2018 û 2024an de serokatiya Desteya Birêvebir a MSDyê kir. Di vê heyamê de serdana gelek paytextan kir, di serî de Washington, Parîs û Moskowa.
Berî tayînkirina xwe ya dawî, Îlham Ehmed Hevseroka Daîreya Pêwendiyên Derve ya Rêveberiya Xweser a û Rojhilatê Sûriyeyê bû. Di vî erkî de wê di danûstandinên bi Şamê û aliyên navneteweyî re de roleke sereke lîst. Di demên dawî de jî beşdarî civînên taybet ên bi hikûmeta Şamê re dibû. Di van hevdîtinan de mijarên bingehîn ên wek entegrasyona saziyan, mafên destûrî yên Kurdan û perwerdeya bi zimanê Kurdî hatin gotûbêjkirin.