Wezîra Alman Alabali-Radovan: Piştgiriya ji bo Şingalê dê berdewam bike

Çi çêbû?
Wezîra Hevkariya Aborî û Pêşketinê ya Almanyayê Reem Alabali-Radovan ragihand ku Berlîn, paytexta Almanyayê, bi biryar e ku têkiliyên xwe yên aborî bi Herêma Kurdistanê re pêş bixe. Alabali-Radovan her wiha got ku piştgiriya ji bo civaka Êzidî û ji bo ji nû ve avakirina qezaya Şingalê ya ser bi parêzgeha Nînewayê ve dê berdewam bike.
Wezîra Alman roja Sêşemê, 17ê Mijdara 2026an, li Hewlêrê, paytexta Herêma Kurdistanê, konferanseke rojnamevanî li dar xist. Alabali-Radovan diyar kir ku têkiliyên di navbera û Berlînê de di asteke gelekî baş de ne. Wezîrê got ku armanca ew e ku ev têkiliyên xurt di pêşerojê de bêtir di veberhênan û hevkariya aborî de xwe nîşan bidin. Li gorî Alabali-Radovan, her du alî hemfikir in ku mercê bingehîn ê pêşketina aborî parastina aramî û istiqrarê ya li Herêma Kurdistanê ye.
Alabali-Radovan anî ziman ku şert û mercên jiyana Êzidiyan hîn jî dijwar û nazik in. Wezîrê got ku Hikûmeta Federal a Almanyayê dê li Îraqê, li Herêma Kurdistanê û li Almanyayê piştgiriya civaka Êzidî bidomîne. Alabali-Radovan diyar kir ku ew ê bala xwe bidin ser binesazî û ji nû ve avakirina Şingalê, da ku koçberkirî bikaribin bi awayekî ewle û bi rûmet vegerin.
Alabali-Radovan got ku wê di dema serdana xwe de bi Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Serokwezîrê Îraqê re hevdîtin kiriye. Li gorî agahiyên ku wezîrê dan, di hevdîtinan de pêşhatên herêmî û çareserkirina pirsgirêkên Şingalê hatin gotûbêjkirin. Alabali-Radovan got ku mafên Êzidiyan, ji nû ve avakirina herêma wan û istiqrara Herêma Kurdistanê dê di nav pêşîniyên hikûmeta Almanyayê de bimînin.
Li gorî daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê, hevdîtina Nêçîrvan Barzanî û Wezîra Alman sibeha Sêşemê pêk hat. Hejmarek endamên Parlamentoya Federal a Almanyayê (Deutscher Bundestag) û berpirsên wezaretê beşdarî hevdîtinê bûn. Karbirêkerê Balyozxaneya Almanyayê ya li Bexdayê û Konsulê Giştî yê Almanyayê yê li Herêma Kurdistanê jî di civînê de amade bûn. Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku Nêçîrvan Barzanî ji bo piştgiriya Almanyayê ya di warên cuda de spasiya wê kiriye. Nêçîrvan Barzanî her wiha diyar kir ku Herêma Kurdistanê dixwaze têkilî û hevkariya xwe bi Almanyayê re berfireh bike.