Here naverokê
CîhanSiyaset

Polîsê Almanyayê ji bo Diyar Gîwendûzê revok alîkarî ji gel xwest

2 xulek xwendin
Polîsê Almanyayê ji bo Diyar Gîwendûzê revok alîkarî ji gel xwest

Çi çêbû?

Diyar Gîwendûz ji 18ê Cotmeha 2026an ve di revê de ye. Polîsên Almanyayê, Holendayê û welatên din ên Ewropayê li wî digerin. Gîwendûzê 34 salî li Almanyayê û Holendayê wek rêvebirê toreke xeternak a bazirganiya madeyên hişbir tê nasîn.

Dadgeha Almanyayê îspat kir ku vê torê madeyên hişbir ji Amerîkaya Latîn û Spanyayê dibirin Holendayê, ji wir jî dibirin Almanyayê. Dadgehê her wiha diyar kir ku Gîwendûz li bajarê Duisburgê, di embarekê de, demeke dirêj yek ji hevrikên xwe ragirtiye. Li gorî dadgehê, Gîwendûz îşkence jî li vî kesî kiriye. Gîwendûz ji ber van tawanan li Almanyayê bi 17 sal zindanê hate cezakirin.

Rev roja Yekşemê, 18ê Cotmeha 2026an, li bajarê Essenê qewimî. Polîsan Gîwendûz ji bo muayeneya radyolojîk bir nexweşxaneyê. Komeke çekdarên rûpoş ket nexweşxaneyê. polîs bêbandor kirin. Êrişkaran kelepçeyên Gîwendûz vekirin û ew bi xwe re bir.

Wezîrê Dadê yê Almanyayê got ku ya ku qewimiye li welêt êrişeke li dijî dewleta hiqûqê ye. Parlamentoya Eyaleta Nordrhein-Westfalenê li ser vê bûyerê civiya. Parlamentoyê pirsî ka komeke çekdar çawa karî ewqas bi hêsanî êrişî nexweşxaneyê bike û bê şop winda bibe. Her wiha hate pirsîn ka torê çawa zanîbû ku Gîwendûz dê kengî û bo kîjan beşa nexweşxaneyê were birin. Ev pirs Polîsê Federal ê Almanyayê û raya giştî ya welêt jî mijûl dikin.

Piştî bûyerê, di destpêkê de hatibû ragihandin ku êrişkaran çekên polîsan birine. Lê li gorî encamên lêpirsîna polîs, çek tenê ji polîsekî hate stendin û paşê hate avêtin. Çeka polîsê duyem li ser kemberê wî ma û qet nehat kişandin. Her wiha hatibû ragihandin ku bombeyeke destan bi êrişkaran re hebû. Lêpirsîna polîs eşkere kir ku ev bombe sexte bû.

Polîsan ji bo dîtina Gîwendûz alîkarî ji gel xwest. Polîsan xwest ku kesên ku wî li her derê bibînin, nêzîkî wî nebin û tenê agahiyê bidin polîs.