Semer Zuleyxa: Li pêşangeha Hewlêrê pirtûka kurdî serdest e

Çi çêbû?
18emîn Pêşangeha Navneteweyî ya Pirtûkê ya Hewlêrê li Hewlêrê, paytexta Herêma Kurdistanê, berdewam e. Dezgeha El-Meda ya Çand, Huner û Weşanê pêşangehê bi dirûşma Ez Kurdistanî me li dar dixe. 400 weşanxaneyên ereb û kurd beşdarî çalakiyê dibin. Di nav van weşanxaneyan de hejmara weşangerên jin tenê yek an du ye. Weşangerî pîşeyek e ku bi dehan salan e di qorxa mêran de maye.
Yek ji van çend navan akademîsyena sûrî Semer Zuleyxa ye, ku pispora wêjeya erebî ye. Zuleyxa berî zêdetirî şeş salan weşanxaneya werger û weşanê ya bi navê Dar Yasemina damezrand. Zuleyxa roja Yekşemê, 25ê Cotmeha 2026an, got ku weşangerî ji bo wê ne tenê pîşeyek e, lê evînek e jî. Wê diyar kir ku pêşî dest bi nivîskariyê kiriye, paşê biryar daye ku beşdarî berhemanîna pirtûkan bibe. Wê got ku erê, ev serpêhatiyek e, lê ew pê kêfxweş e, ji ber ku ew bi pirtûkê re, bi berhemeke hizrî û afirîner re xwe davêje nav serpêhatiyê. Zuleyxa da zanîn ku ew hîn jî vê pîşeyê gelekî dijwar dibîne û ev şer bi temamî bi tena serê xwe dimeşîne.
Pênc romanên Zuleyxa hene. Romana wê ya dawî Pelên Rojhilatê ye. Gelek pirtûkên lêkolînê û vekolînên nivîskarê jî hene. Li stenda Dar Yaseminayê zêdetirî 100 berhem ji cureyên roman, helbest, şano, dîrok û bîranînê tên pêşandan.
Hin serdanvanan got ku pirtûkên kurdî ji pirtûkên erebî erzantir in. Zuleyxa got ku sedema vê belkî ew e ku weşangerên kurd lêçûnên rê, veguhastinê û otêlê nagirin ser xwe. Li gorî Zuleyxa, piraniya weşangerên kurd pirtûkên xwe li Îranê çap dikin, ku lêçûn li wir kêm e. Zuleyxa her wiha qebûl kir ku vê carê li pêşangehê pirtûka kurdî serdest e. Zuleyxa, ku cara çaremîn e beşdarî pêşangehê dibe, ji bo lidarxistina pêşangehê spasiya Dezgeha El-Meda ya Çand, Huner û Weşanê kir.