Here naverokê
BaşûrSiyaset

Konsulê Fransayê: Ji bo firînên rasterast ên Hewlêr-Parîsê amadekarî tê kirin

2 xulek xwendin
Konsulê Fransayê: Ji bo firînên rasterast ên Hewlêr-Parîsê amadekarî tê kirin

Çi çêbû?

Emmanuel Minio, Konsulê Giştî yê nû yê Fransayê li Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê, got ku ji bo firînên rasterast ên di navbera Parîs û Hewlêrê de kar tê kirin. Minio nêzîkî mehekê berê dest bi erkê xwe kir. Wî di yekem hevpeyvîna xwe de gelek mijar, ji parastinê heta vîzeyan, nirxandin.

Li gorî Minio, mijara firînên rasterast di serdana Serokwezîrê Îraqê ya Parîsê de jî hat rojevê. Konsulê Giştî diyar kir ku hejmara rêwiyên ku dixwazin di ser Hewlêrê re rêwîtiyê bikin zêde ye. Wî her wiha anî ziman ku nezelaliya ka dê pêleke nû ya bombebaranê di navbera Amerîka û Îranê de çêbibe yan na, pêvajoyê dereng dixe.

Minio ragihand ku piştî vekişîna hevpeymaniya navdewletî, aliyan berê xwe daye peymaneke nû ya hevrêziya parastinê. Wî got ku Fransa Pêşmerge wek hevkarekî di sengerê de dibîne. Konsulê Giştî da zanîn ku Fransayê radarên gelekî pêşketî radestî Îraqê kirine. Wî diyar kir ku ev radar dê alîkariya parastina asîmana Herêma Kurdistanê bikin. Minio derbarê gefa DAIŞê de got ku baweriya bi tevahî bi şiyana Pêşmerge û Encumena Asayîşa Herêma Kurdistanê ya rûbirûbûna van pirsgirêkan heye.

Li gorî agahiyên Minio, her sal nêzîkî 20 hezar daxwaznameyên vîzeyê pêşkêşî konsulxaneya li Hewlêrê dibin û nîvê van daxwaznameyan tê pejirandin. Konsulxane her wiha ji meha Îlonê ve xwedî erkekî taybet e ku sûcên rêxistinkirî û koçberiya nerêkûpêk dişopîne.

Konsulê Giştî ragihand ku ew plan dikin ku sala bê li Hewlêrê ji bo şirketên fransî forumeke karsaziyê li dar bixin, lê dîrok hê nehatiye diyarkirin. Wî her wiha da zanîn ku şandeyeke ji warê tenduristî û dermansaziyê hefteya bê dê were Hewlêrê.

Derbarê de, Minio diyar kir ku Fransa piştgiriya mafên gelê kurd dike. Minio got ku General Mazlûm li Şamê xwedî cihekî fermî ye û ew dikare derbarê mafan de bi serokkomarê meşrû re danûstandinê bike.

Minio behsa nîqaşa li ser bikaranîna nexşê kepeneka kurdî ji aliyê Louis Vuittonê ve jî kir. Wî got ku dê asayî be ku behsa dîrok û kevneşopiyên kurdan were kirin. Wî her wiha got ku ew ê kêfxweş bibe ku bi dîzayner Lara Dizeyî re hevdîtinê bike.