Here naverokê
BakurÇand

Li Amedê pêşangeha gurme bi beşdariya 172 şirketên ji 62 parêzgehan vebû

2 xulek xwendin
Li Amedê pêşangeha gurme bi beşdariya 172 şirketên ji 62 parêzgehan vebû

Çi çêbû?

Pêşangeha 8emîn a Gurme û Tamên Herêmî ya Mezopotamyayê roja Sêşemê, 17ê Mijdarê, li Amedê vebû. 172 şirket ji 62 parêzgehan beşdarî pêşangehê dibin. Çalakî li Navenda Pêşangeh û Kongreyan a Navneteweyî ya Mezopotamyayê dê heta 22ê Mijdarê berdewam bike.

Şirketa Mezopotamya Fuarcilik (Mezopotamya Fuarcılık) pêşangehê bi beşdariya Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Amedê (DTSO) li dar dixe. Li standan berhemên herêmî yên ji deverên cuda yên Tirkiyeyê tên nasandin. Di pêşangehê de aşpêjên cîhana gastronomiyê digihîjin hev. Xwarin jî tên pêşkêşkirin.

Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Emin Ay û Parlamenterê Amedê Sezgin Tanrikulu (Sezgin Tanrıkulu) beşdarî vekirinê bûn. Serokê Meclisa DTSOyê Şeyda Arslantaş û Serokê Borsaya Bazirganiyê ya Amedê Engin Yeşil jî di merasimê de bûn. Serokên odeyên herêmê û nûnerên saziyên giştî jî amade bûn.

Arslantaş diyar kir ku pêşangeha ku di sala 2018an de dest pê kiriye, îsal cara heştemîn tê lidarxistin. Li gorî agahiyên ku Arslantaş dan, par zêdetirî 370 hezar kesan serdana pêşangehê kir. Arslantaş got ku pêşangeh derfetê jî dide hilberînerên herêmî ku derbasî bazarên neteweyî bibin. Arslantaş ragihand ku di 18ê Mijdarê de Hevdîtinên Refê yên Mezopotamyayê dê cara duyemîn bên lidarxistin. Li gorî Arslantaş, di vê hevdîtinê de hilberînerên xwarinê dê bi berpirsên kirînê yên marketên zincîre re bicivin.

Yeşil got ku bajar ji bo hilberîna genim, pembû, garis û nîskê navendeke giring e. Li gorî Yeşil, divê berhemên herêmî bibin marke û bên gihandin bazarên neteweyî û navneteweyî. Yeşil diyar kir ku ew dixwazin Amedê wek bajarekî marke yê ku ber bi cîhanê ve vedibe bibînin.

Emin Ay anî ziman ku bajar xwedî mîrateke dewlemend a metbexê ye ku şopên çandên cuda hildigire. Ay got ku metbex bîr, çand û awayê xwevegotinê yê bajarekî ye. Ay diyar kir ku di pêşangehê de cih dane berhemên kooperatîfên jinan jî. Ay ragihand ku ew amadekariyan dikin da ku di warê gastronomiyê de tevlî Tora Bajarên Afirîner a UNESCOyê bibe.

Di dema pêşangehê de pêşbirkên gastronomiyê, kargeh, panel û sohbet dê bên lidarxistin. Çalakî dê bi alîkariya Birêvebiriya Perwerdeya Neteweyî ya Parêzgehê, Zanîngeha Dîcleyê û rêxistinên civaka sivîl bên kirin.