Here naverokê
BakurCivak

Midûriyeta Ewlehiyê ya Amedê: 67 gumanbarên madeyên hişbir hatin girtin

1 xulek xwendin
Midûriyeta Ewlehiyê ya Amedê: 67 gumanbarên madeyên hişbir hatin girtin

Çi çêbû?

Midûriyeta Ewlehiyê ya Parêzgeha Amedê ragihand ku di operasyonên li dijî madeyên hişbir de, ku li parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê hatin lidarxistin, 67 gumanbar hatin girtin. Midûriyetê da zanîn ku di operasyonan de ji bilî madeyên hişbir, çek û cebilxane jî hatin desteserkirin.

Li gorî agahiyên midûriyetê, tîmên girêdayî Şaxa Têkoşîna li dijî Madeyên Hişbir mehekê li cihên cuda yên bajêr gelek operasyon li dar xistin. Di encama van operasyonan de li dijî 104 gumanbaran pêvajoya qanûnî hat destpêkirin. 67 ji gumanbaran bi biryara dadgehê hatin girtin û hatin şandin girtîgehê. 17 kesên din jî bi şertê kontrola dadwerî hatin berdan.

Midûriyetê madeyên ku di mehekê de hatin desteserkirin jî yek bi yek rêz kirin. Di serê lîsteyê de nêzîkî 69 kîlogram madeyên hişbir ên ji cureyên esrar û skunk hebûn. Tîman herwiha zêdetirî 20 kîlogram metamfetamîn û 15 hezar û 745 şitlên kenevîrê jî dîtin. Di nav madeyên desteserkirî de 6 hezar û 832 hebên hişbir û 549 gram benîştê afyonê jî hene. 481 gram kokaîn û 182 hebên ekstaziyê jî di nav de ne.

Li gorî midûriyetê, tîman ji bilî madeyên hişbir 6 demançe û 6 tivingên bê ruxset desteser kirin. Di operasyonan de herwiha 133 fişek jî hatin desteserkirin.

Midûriyeta Giştî ya Parastina Gumrikan a girêdayî Wezareta Bazirganiyê jî derbarê operasyonên li deriyên sînor de statîstîk parve kirin. Li gorî statîstîkên midûriyeta giştî, di 9 mehên pêşîn ên sala 2026an de li deriyên sînor ên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê 52,6 ton madeyên hişbir hatin desteserkirin.