Here naverokê
BaşûrAborî

Li Silêmaniyê belavkirina nefta spî dest pê kir, bajar li ser 10 herêman hat dabeşkirin

2 xulek xwendin
Li Silêmaniyê belavkirina nefta spî dest pê kir, bajar li ser 10 herêman hat dabeşkirin

Çi çêbû?

Cîgirê Parêzgarê Silêmaniyê Şaho Osman ragihand ku belavkirina nefta spî ji 21ê Mijdarê ve li navçeya Pêncwînê ya girêdayî Silêmaniyê dest pê kiriye.

Osman diyar kir ku belavkirin dê ji wir ber bi Şarbajêrê û deverên çiyayî ve bidome.

Wî got ku piştî temamkirina belavkirinê li deverên çiyayî, pêvajo dê li navenda bajarê Silêmaniyê dest pê bike.

Li gorî Osman, navenda bajêr li ser 10 herêman hatiye dabeşkirin.

Di belavkirinê de 100 lître nefta spî dikeve para her malbatekê. Her malbat li hember wê 33 hezar dînaran dide.

Li navenda bajêr belavkirin dê pêşî ji herêmên 8, 9 û 10an dest pê bike, ji ber ku ev herêm par nikaribûn nefta spî werbigrin.

Serokê komîteyên hevbeş ên rêveberiya navçeya Pêncwînê Ûmêd Omer ragihand ku 15 tanker nefta spî ji navçeyê re hatine dabînkirin.

Omer diyar kir ku belavkirin li navenda navçeyê ji taxa Nawşaxanê dest pê kiriye.

Omer ji welatiyan xwest ku pabendî rêwerzan bin û piştgiriyê bidin komîteyan.

Wî herwiha got ku bara duyem a nefta spî dê di demeke kurt de bigihêje Pêncwînê.

Di 8ê Mijdara 2026an de Wezareta Samanên Xwezayî ya Herêma Kurdistanê û Wezareta Neftê ya Îraqê li ser şandina 50 milyon lître nefta spî ji bo herêmê, wek bara yekem a zivistanê, li hev kiribûn.

Fraksiyona Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) ya di Encumena Nûneran a Îraqê de diyar kir ku ev şandin li ser daxwaza pêk hatiye.

Serokê fraksiyonê Hêrem Kemal Axa berê piştrast kiribû ku nefta spî li ser daxwaza wan ji Îraqê hatiye şandin.

Li gorî dabeşkirina Wezareta Samanên Xwezayî, ji vê mîqdarê 21 milyon lître ji bo û Helebceyê, 17 milyon lître ji bo Hewlêrê û 12 milyon lître jî ji bo Dihokê hatine terxankirin.

Berpirsên samanên xwezayî berê ragihandibû ku herêmê 268 milyon û 710 hezar û 600 lître nefta spî xwestiye, lê Bexdayê tenê ji sedî 19ê vê mîqdarê şandiye.

Niha li bazarên Herêma Kurdistanê bihayê 200 lître nefta spî, ango yek bermîl, ji 300 hezar dînarî zêdetir e.

Ji ber ku welatî nikarin vî bihayî bidin, ew rojane nefta spî bi bidonan dikirin.