Here naverokê
BakurCivak

Li Amedê di qezayeke trafîkê de 2 kes mirin, 12 kes birîndar bûn

1 xulek xwendin
Li Amedê di qezayeke trafîkê de 2 kes mirin, 12 kes birîndar bûn

Çi çêbû?

Li navçeya Rezanê ya girêdayî parêzgeha Amedê, kamyoneke bi tûpan barkirî û wesayîteke bazirganî ya sivik li hev ketin. Hat ragihandin ku di qezayê de 2 kes mirin û 12 kes jî, 2 ji bi giranî, birîndar bûn.

Lêketin roja Duşemê, 2ê Mijdara 2026an, nêzîkî saet 22:00an qewimî. Qeza li ser rêya -Mêrdînê, li Xaçerêya Oglakli (Oğlaklı Kavşağı) çêbû.

Li gorî daxuyaniya Walîtiya Amedê, piştî qezayê 8 ambulans û 24 karmendên tenduristiyê hatin şandin herêmê. Birîndar piştî destwerdana pêşîn a li cihê bûyerê ji bo nexweşxaneyan hatin veguhastin.

Karûbarên têkildarî cenazeyên 2 kesên ku jiyana xwe ji dest dane berdewam in. Birîndar jî li nexweşxaneyên Amedê tên dermankirin.

Walîtiya Amedê ragihand ku derbarê qezayê de lêpirsîneke dadwerî hatiye destpêkirin.