Hevpeymaniya Erebî: Droneke Hûsiyan li herêma Mekkeyê hat têkbirin

Çi çêbû?
Hevpeymaniya Erebî ya bi serkêşiya Erebistana Siûdî ragihand ku wê li herêma Mekkeyê balafireke bêmirov (dron) têk biriye. Berdevkê Hevpeymaniya Erebî, Lîwa Turkî el-Malikî, ev daxuyanî bi riya hesabê xwe yê li platforma medyaya civakî X belav kir. Li gorî el-Malikî, Hûsiyên Yemenê (Ensarullah) yên ku Îran piştgiriya dike ev dron şandiye. El-Malikî da zanîn ku dron li herêma Mekkeya Mukerreme hatiye rawestandin û têkbirin.
Rêveberiya Parastina Sivîl a Erebistana Siûdî jî daxuyaniyeke cuda belav kir. Li gorî daxuyaniya rêveberiyê, Hûsiyan 2 mûşekên balîstîk avêtin. Dema pêşî li mûşekan hat girtin, perçeyên şarapnelê ketin Riyadê, paytexta Erebistana Siûdî. Rêveberiya Parastina Sivîl ragihand ku ji ber şarapnelê 1 kes bi sivikî birîndar bûye. Rêveberiyê herwiha da zanîn ku xaniyek û wesayîtek zirara madî dîtine.
Di demên dawî de li Yemenê pevçûnên di navbera hêzên hikûmetê û Hûsiyan de tundtir bûn. Hûsî Erebistana Siûdî ji êrişên li ser xwe berpirsiyar dibînin. Bi vê hincetê, ev kom Erebistana Siûdî bi mûşekên balîstîk û dronan dike hedef. Şerê navxweyî yê Yemenê di Îlona 2014an de dest pê kir, dema ku Hûsiyan kontrola Senaya paytext û hin parêzgehan xist destê xwe. Hevpeymaniya Erebî ya bi serkêşiya Erebistana Siûdî ji Adara 2015an ve piştgiriyê dide hikûmeta Yemenê ya ku ji aliyê civaka navdewletî ve tê naskirin.