Hevpeymaniya Erebî: Pêşî li mûşeka Hûsiyan a ku ber bi Riyadê ve hatibû avêtin hat girtin

Çi çêbû?
Berdevkê Hevpeymaniya Erebî ya bi pêşengiya Erebistana Siûdî, Lîwa Turkî el-Malikî ragihand ku Hûsiyên bi piştgiriya Îranê (Ensarullah) mûşekeke balîstîk ber bi Riyadê, paytexta Erebistana Siûdî, ve avêtiye. Li gorî Malikî, sîstemên berevaniya asmanî pêşî li mûşekê girt û ew tune kir.
Malikî ev daxuyanî li ser hesabê xwe yê di platforma medyaya civakî de kir. Ev platform aîdî pargîdaniya X ye ku navenda wê li Amerîkayê ye. Berdevkî tu agahî neda ka di êrişê de windahiyên canî an zirar çêbûne yan na.
Hevpeymaniyê berê jî daxuyaniyek dabû. Li gorî Hevpeymaniyê, di 22ê Cotmehê de li deverên cuda yên Erebistana Siûdî 11 êrişên balafirên bêmirov hatin kirin. Hevpeymaniyê ragihand ku bi van êrişan re 1 êrişa mûşeka balîstîk jî hatiye bêbandorkirin.
Şerê navxweyî yê Yemenê di Îlona 2014an de dest pê kir, dema ku Hûsiyên bi piştgiriya Îranê paytext Sena û hin parêzgeh xistin bin kontrola xwe. Hevpeymaniya Erebî ya bi pêşengiya Erebistana Siûdî ji Adara 2015an ve piştgiriyê dide hikûmeta Yemenê ya ku ji aliyê civaka navdewletî ve tê naskirin.
Di demên dawî de li Yemenê pevçûnên di navbera hêzên hikûmetê û Hûsiyan de zêde bûn. Hûsiyên bi piştgiriya Îranê îdia dikin ku êriş li tên kirin. Bi vê hincetê Hûsî Erebistana Siûdî bi mûşekên balîstîk û balafirên bêmirov dikin armanc.