Here naverokê
RojavaCivak

Rêveberê Tenduristiyê yê Dêrezorê: Hejmara bûyerên jehrbûnê gihîşt 227an

1 xulek xwendin
Rêveberê Tenduristiyê yê Dêrezorê: Hejmara bûyerên jehrbûnê gihîşt 227an

Çi çêbû?

Rêveberê Tenduristiyê yê Dêrezorê Nesr el-Xelef ragihand ku li parêzgeha Dêrezorê ya Sûriyeyê, heta sibeha Yekşemê, 1ê Mijdarê, hejmara bûyerên jehrbûna xwarinê gihîştiye 227an.

Li gorî agahiyên ku El-Xelef dane, nexweş li Nexweşxaneya Niştimanî ya Dêrezorê û Nexweşxaneya Şehîd Ehmed Huweydî hatine belavkirin. Rêveberê tenduristiyê da zanîn ku tîmên bijîşkî bi berdewamî alîkariya pêşîn û dermankirinê pêşkêşî birîndaran dikin.

Li gorî diyarkirinan, nîşanên nexweşiyê di navbera asta sivik û navîn de diguherin. Hejmara bûyeran ji roja Şemiyê ve dest bi zêdebûnê kiriye.

Hejmartina roja berê nîşan dida ku nêzîkî 160 bûyerên jehrbûna xwarinê gihîştibûn Nexweşxaneya Niştimanî û Nexweşxaneya Huweydî li bajarê Dêrezorê.

Di çarçoveya tedbîrên ku hatine girtin de, Rêveberiya Bazirganiya Navxweyî û Parastina Xerîdaran du xwaringeh girtin ku li dijî rêziknameyan tevgeriyabûn. Tîmên bijîşkî yên girêdayî Rêveberiya Tenduristiyê ya Dêrezorê jî bi berdewamî alîkariya pêşîn, dermankirin û lênêrîna pêwîst pêşkêşî birîndaran dikin.