Berdevkê Hikûmeta Awistralyayê: Diyalog bêalternatîf e
1 xulek xwendin

Çi çêbû?
Berdevkê Hikûmeta Awistralyayê ragihand ku hikûmet dixwaze li Rojhilata Navîn alozî were kêmkirin û pevçûn bên rawestandin.
Li gorî daxuyaniya Berdevkê Hikûmeta Awistralyayê, rêveberiya li paytexta Kanberayê hêvî dike ku danûstandinên di navbera Amerîka û Îranê de berdewam bibin. Berdevk da zanîn ku ew pêşwaziya hewldanên navbeynkariyê yên di navbera her du aliyan de dikin.
Berdevk bal kişand ser giringiya têkiliyên dîplomatîk û got ku ji bo gihîştina çareseriyeke mayînde ya ku aramiya herêmî biparêze, diyalog û dîplomasî bêalternatîf in.
Berdevk her wiha got ku ji bo ku aboriya cîhanê bêtir zirarê nebîne, rêya herî rast diyalog e.