Bav û kur pirtûkan dibin gundên Cwanro û Hewramanê

Çi çêbû?
Li herêma Cwanro û Hewramanê ya girêdayî parêzgeha Kirmaşanê li Rojhilatê Kurdistanê, bavek û kurê wî bi erebeyeke tijî pirtûk gund bi gund digerin. Ew li nêzîkî 12 gundan ji zarok û ciwanan re bi Kurdî û Farisî helbest, çîrok û dersan dibêjin.
Li pişt vê projeya çandî û perwerdehiyê du kes hene: Berpirsê Pirtûkxaneya Gerok a Cwanroyê Şehab Mihemedî û mamosteyê teqawidbûyî Husên Mihemedî. Bi saya vê destpêşxeriyê, dûrbûna ji bajêr û kêmasiya derfetan êdî nabin asteng li pêşiya xwendina zarokên herêmê.
Şehab Mihemedî dibêje ku armanca hişyarkirina zarokan e, derfetên pêwîst ên zarokên gund tune ne, ew pirtûkan ji wan re dibin, zarok jî pirtûkan dixwînin û bandora vî karî gelekî mezin e.
Şehab Mihemedî got ku di her warî de pirtûkên wan hene. Wî diyar kir ku piraniya çavkaniyan ji bo zarok û ciwanan in. Wî her wiha da zanîn ku nêzîkî 3800 pirtûk li ber destê wan in û zarok ji bo xwendina çîrok û helbestan tên cem wan.
Husên Mihemedî jî tenê bi çavkaniyên derve têr nabe. Mamosteyê teqawidbûyî ji bo zarok û mezinan zêdetirî 18 pirtûk bi Kurdî weşandine. Husên Mihemedî dibêje ku ji bilî dersdayînê, wî çend pirtûk jî ji bo zarokan weşandine. Wî got ku wî ev pirtûkên helbestan nivîsandine da ku zarok Kurdiya xwe ji bîr nekin. Wî her wiha diyar kir ku wî heta çîrokên Kurdî jî ji bo wan nivîsandine û dema ku wî li dibistanê ew ji wan re dixwendin, ew gelekî bi dilê zarokan dibûn û zarok bi wan ve girêdayî dibûn.
Kêmasiyên pirtûkxaneya gerok jî hene. Wek her projeyê, ev proje jî hewcedarê piştgiriya darayî ye. Pêwîstiya herî bingehîn baştirkirina dîmen û rewşa erebeyê ye. Yek ji niştecihên herêmê dibêje ku kêmasiyeke vê pirtûkxaneyê heye, bi taybetî di dîmena erebeya wê de. Vî niştecihî her wiha got ku eger dîmena erebeyê xweşiktir bûya, xelkê dê baştir pêşwaziya wê bikira, ji ber ku gelê herêmê hewcedarê alîkarî û xwendewariyeke baştir e.
Berpirsên pirtûkxaneyê dibêjin ku zarokên herêmê jêhatî û hişyar in. Berpirsan diyar kir ku eleqeya zarokan a ji bo fêrbûn û xwendinê gelekî mezin e. Wan her wiha got ku vê eleqeyê ew ber bi weşandina pirtûkên nû yên Kurdî ve biriye.
Ev hewl di demekê de tên kirin ku bi Hefteya Pirtûkê ya li Îranê re hevdem, çalakiyên çandî li bajêr zêde bûne. Di rojên dawî de Navenda Çand û Hunerê ya Zarok û Ciwanan a Cwanroyê çalakiyek li dar xist ku tê de bi beşdariya xwendekaran 2000 pirtûk hatin pevguhertin. Li parêzgeha Kirmaşanê jî ji bo vê hefteyê nêzîkî 250 bernameyên çandî hatin ragihandin.