Ji ber pirsgirêkên Bexdayê parêzgar ji Kerkûkê re nehat tayînkirin, bajar di valahiyê de ye

Çi çêbû?
Zêdetirî mehekê ye ku parêzgeha Kerkûkê bê parêzgar e û li bajêr valahiyeke idarî heye. Tirkmenan ji bo posta parêzgariyê li ser navê Qehtan Wendawî li hev kiribû. Li gorî agahiyên ku Rûdaw bi dest xistine, Sekreterê Giştî yê Esaib Ehlil Heq Qeys Xezelî rê li ber vê tayînkirinê digire. Her wiha hat ragihandin ku Xezelî eşkere kiriye ku divê Tirkmenekî Şîe were ser vî erkî.
Serokê koma Eniya Tirkmenî ya li Encumena Parêzgeha Kerkûkê Ehmed Remzî ev agahî red nekir. Remzî dibêje ku wî ev ji medyayê bihîstiye, niha bi rêberan re di têkiliyê de ye û hê jê piştrast nebûye.
Helwesta Xezelî koma Erebî ya di encumena parêzgehê de jî kir du beş. Ji ber vê sedemê encumen nikare bicive. Endamê koma Erebî Re'd Salih dibêje ku birêz Qehtan Wendawî piştî danûstandin û lihevkirinê hat diyarkirin, lê hin pirsgirêkên siyasî hene ku ne li Kerkûkê, li Bexdayê ne.
Aliyên Kurd ên di encumena parêzgehê de jî xwedî du nêrînên cuda ne. Endamên Yekêtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK) li benda encama civînekê ne da ku navekî din diyar bikin. Ev civîn di navbera Sekreterê Giştî yê YNKyê Bafil Talebanî, Mihemed Helbûsî û Xemîs Xencer de ye. Cîgirê Serokê Encumena Parêzgeha Kerkûkê Neş'et Şahwêz dibêje ku ew di encumenê de li benda biryara dawî bûn, lê wisa xuya dike ku wek rêveberiya herêmî ya Kerkûkê divê lihevkirin li Bexdayê were kirin.
Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) jî hê biryar nedaye ka dê beşdarî civînê bibe yan na. Li gorî partiyê, sistema rotasyona postan serkeftî nebûye. Serokê koma PDKyê ya li encumena parêzgehê Hesen Mecîd dibêje ku wisa xuya dike ku parêzgar her tim di saetên dereng ên şevê de ji re tê diyarkirin û ji ber vê sedemê şeva borî jî di tariyê de nehat kirin. Mecîd her wiha dibêje ku bila ew bigihîjin lihevkirinekê û gava dem were, PDK jî dê biryara xwe bide.
Posta parêzgarê Kerkûkê heta dawiya îsal para Tirkmenan e. Kesê nû yê ku dê were ser vî erkî dê ji sala 2003an û vir ve bibe parêzgarê şeşemîn ê bajêr.