Devlet Bahçelî: Pêvajoya Tirkiyeya Bê Teror berdewam e

Çi çêbû?
Serokê Giştî yê Partiya Tevgera Neteweperest (MHP) Devlet Bahçelî roja Sêşemê, 3ê Mijdarê, di civîna koma partiya xwe ya li Meclîsa Mezin a Neteweyî ya Tirkiyeyê (TBMM) de got ku ew rexneyên ku dibêjin pêvajo asê bûye qebûl nake. Beşa herî mezin a axaftinê li ser wê pêvajoyê bû ku hikûmeta Tirkiyeyê navê Tirkiyeya Bê Teror lê kiriye û DEM Partiyê jî erê kiriye.
Bahçelî li dijî rexneyên partiyên opozîsyonê yên Tirkiyeyê derket, ku dibêjin pêvajo asê bûye. Wî tekez kir ku pêvajo berdewam e. Wî got ku armanca Tirkiyeya Bê Teror û Herêma Bê Teror mijareke stratejîk e ku li derveyî hesabên siyasî yên rojane ye.
Serokê MHPê diyar kir ku paşguhkirina gavên ku hatine avêtin û hewldana kişandina civakê ber bi reşbînî û kaosê ve nayê qebûlkirin. Wî got ku her gaveke siyasî dikare were rexnekirin, lê divê rexne û îstîsmar ji hev werin cudakirin.
Bahçelî rexne li bangên derketina kolanan jî girt. Wî got ku ev bang di serdemeke ku armancên jiyanî li ber çav in de, dê pêşeroja hevpar a miletî bixin xeterê. Wî got ku hewldana ku kolan bibin meydana aloziyê û pevçûnê nikare erkê siyasetê be, erkê siyasetê ne polarîzekirin, lê himbêzkirin e û bila tu kes hesabên şaş neke. Wî her wiha got ku divê tu kes hêviya xwe bi nearamiya civakî û tevliheviyê ve girê nede.
Bahçelî di beşa axaftina xwe ya derbarê siyaseta navxweyî de got ku divê paqijbûn çêbibe. Wî got ku êdî dema wê ye ku gendelî, qirêjî û hemû barên ku li ser siyasetê kom bûne li paş bên hiştin.
Bahçelî xwepêşandanên ku li Fransayê dest pê kirin û belavî welatên din ên Ewropayê bûn jî nirxandin. Wî got ku pirsgirêkên aborî, kêmbûna refaha civakî û fikarên ewlehiyê hêrsa civakên Ewropayê zêde kiriye. Wî bang li Yekîtiya Ewropayê (YE) kir ku li şûna rexnekirina siyasetên Tirkiyeyê, bala xwe bide ser pirsgirêkên xwe.
Bahçelî diyar kir ku di hilbijartinên Îsraîlê de tu partî negihîşt wê piraniyê ku bi tena serê xwe hikûmetê ava bike. Wî hikûmeteke ku partiyên Ereban jî tê de cih bigirin pêşniyar kir. Wî got ku ev hikûmet dikare ji lihevkirina civakî û aştiya li herêmê re bibe alîkar û divê Hevpeymaniya Qudsê pêk were.