Li 3 parêzgehên Bakurê Kurdistanê berf barî

Çi çêbû?
Roja Înê, 30ê Cotmeha 2026an, li deverên bilind ên parêzgehên Mûş, Qers û Erziromê yên Bakurê Kurdistanê berf barî. Deverên çiyayî yên her sê parêzgehan bi berfa yekem a demsalê spî bûn.
Li Mûşê lûtkeyên çiyayan bi berfê hatin nixumandin. Berfeke giran li Çiyayê Çavuştepeyê barî, ku bilindahiya wî digihîje 2 hezar û 550 metreyan. Li ser rêya ku diçe koma gundên Sêmalê ya li Çiyayê Çavuştepeyê, ajokaran di hatin û çûnê de zehmetî kişand. Tîmên girêdayî rêveberiya parêzgeha Mûşê dest bi rakirina berfê kir. Tîman ji bo vekirina rêyan dest bi xebatê kir.
Navçeya Sariqamîşê ya Qersê bi geştyariya zivistanê û navendên xwe yên skiyê tê naskirin. Berfa yekem a salê li deverên çiyayî yên navçeyê jî barî. Li Navenda Skiyê ya Sariqamîşê, barana ku ji saetên êvarê ve dibarî cihê xwe ji berfê re hişt. Beşa jor a sazgehê, ku 2 hezar û 634 metreyan ji asta deryayê bilind e, spî bû.
Li deverên çiyayî yên Erziromê jî piştî baranê barîna berfê dest pê kir. Berfê lûtkeya Çiyayê Palandokenê nixumand, ku bilindahiya wî digihîje 3 hezar û 176 metreyan.
Berfa yekem a demsalê li her sê parêzgehan dîmenên balkêş çêkirin.
Mûş, Qers û Erzirom di nav parêzgehên Bakurê Kurdistanê de ne ku zivistan lê zû tê. Li van parêzgehan demsala zivistanê dirêj dikişîne û gelek berf dibare.