Peyama Serokwezîr Barzanî ji bo xurtkirina pêwendiyên Kurdistan û Rûsyayê

Çi çêbû?
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di 22ê Mijdara 2026an de pêşwazî li Marat Rajbadinov, Konsulê Giştî yê nû yê Federasyona Rûsyayê li Hewlêrê kir.
Di hevdîtinê de Mesrûr Barzanî li ser xurtkirina pêwendiyên dostaniyê yên ji mêj ve û hevkariya stratejîk a navbera û Moskovayê rawestiya. Her du aliyan diyar kir ku girêdanên dîrokî yên di navbera de giring in.
Di pêşwaziyê de gavên ji bo pêşxistina pêwendiyên siyasî, aborî û çandî bi hûrgilî hatin gotûbêjkirin.
Mesrûr Barzanî bi boneya erkê wî yê nû pîrozbahî li Rajbadinov kir û serkeftin jê re xwest. Wî got ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê amade ye her cure piştgiriyê pêşkêş bike, da ku Rajbadinov karibe erkê xwe yê diplomatîk bi awayê herî berhemdar bi rê ve bibe.
Rajbadinov jî diyar kir ku destpêkirina erkê wî li Herêma Kurdistanê ji bo wî rûmet û kêfxweşiyeke mezin e. Rajbadinov da zanîn ku rêveberiya Moskovayê bi biryar e ku pêwendiyên dualî yên bi Herêma Kurdistanê re di hemû waran de hîn kûrtir bike.