Serokwezîr Mesrûr Barzanî pêşwaziya berpirsê nû yê Yekîtiya Ewropayê (YE) li Hewlêrê kir

Çi çêbû?
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, roja Sêşemê 20ê Cotmeha 2026an, li Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê pêşwaziya Stefan Wendt kir. Wendt wek berpirsê nivîsgeha têkiliyan a Yekîtiya Ewropayê ya li Hewlêrê nû hatiye tayînkirin.
Mesrûr Barzanî di destpêka hevdîtinê de ji ber erkê wî yê nû pîrozbahî li Wendt kir. Wî serkeftin jê re xwest. Wî got ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê dê piştgiriya tam bide Wendt, da ku ew erkê xwe bi serkeftî bi rê ve bibe.
Wendt jî diyar kir ku pêwîst e têkiliyên dualî yên di navbera Herêma Kurdistanê û Yekîtiya Ewropayê de bên xurtkirin û bên çespandin.
Herdu alî li ser reformên ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê di sektorên cuda de pêk anîne jî axivîn. Rewşa giştî û pêşketinên dawî yên li Îraqê û li herêmê jî di rojeva hevdîtinê de bûn.