Serok Barzanî û Falih Feyyaz tekez li ser destûrê kir

Çi çêbû?
Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Serokê PDKê Mesûd Barzanî roja Şemiyê, 21ê Mijdara 2026an, pêşwazî li Serokê Desteya Heşda Şeibî Falih Feyyaz kir. Hevdîtin li navçeya Pîrmamê ya girêdayî parêzgeha Hewlêrê pêk hat.
Li gorî daxuyaniya Nivîsgeha Barzanî, her du kesayetiyan rewşa siyasî ya Îraqê û herêmê nirxand. Di hevdîtinê de li ser pêşketinên dawî jî hat axaftin. Nivîsgehê ragihand ku têkiliyên di navbera Hikûmeta Federal a Îraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê de jî hatin gotûbêjkirin.
Di daxuyaniyê de helwesta hevpar li ser pirsgirêkên navbera û Bexdaya paytexta Îraqê bi van gotinan hate ragihandin:
Her du aliyan tekez kir ku pirsgirêk û kêşeyên di navbera Herêma Kurdistanê û Îraqa Federal de di çarçoveya destûrê de dikarin werin çareserkirin. herwiha diyar kir ku divê destûr ji bo derbaskirin û rakirina nakokiyên di navbera aliyan de pîvan û bingeha sereke be.