Alparslan Bayraktar: Xeta Kerkûk-Banyasê ne metirsiyeke aborî ye

Çi çêbû?
Wezîrê Enerjî û Çavkaniyên Xwezayî yê Tirkiyeyê Alparslan Bayraktar, roja Înê 6ê Mijdara 2026an, xeta boriyên neftê ya di navbera Îraq û Sûriyeyê de nirxand. Bayraktar got ku ji nû ve xebitandina xeta boriyên neftê ya -Banyasê ji bo berjewendiyên aborî yên Tirkiyeyê ne metirsî ye.
Xet Kerkûka li Îraqê û bajarê Banyasê yê girêdayî parêzgeha Tertûsê ya Sûriyeyê bi hev ve girê dide.
Bayraktar diyar kir ku Enqere dixwaze li herêmê di warê lêgerîna enerjiyê de hevbeşiyên nû ava bike. Wî herwiha da zanîn ku pêdiviya Sûriyeyê bi veberhênanên mezin heye. Li gorî Bayraktar, xebatên hevbeş ên di sektorên enerjî û kanzayan de di bicihbûna aştî, refah û aramiya li Sûriyeyê û li seranserê herêmê de roleke giring dilîzin.
Wezîr herwiha got ku dibe ku di pêşerojê de li Sûriyeyê xebatên lêgerîn û lêkolînê li deryayê bên kirin. Bayraktar lê zêde kir ku ev xebat dê bi pêkaniya aborî û şert û mercên jeolojîk ên herêmê ve girêdayî bin.
Îraq û Sûriyeyê 17ê Tîrmeha 2026an bi serperiştiya Amerîkayê yaddaşteke têgihiştinê îmze kiribû. Yaddaşt ji nû ve xebitandina xeta Kerkûk-Banyasê pêşbînî dike. Bi vî awayî rê li ber veguhestina nefta Îraqê di ser axa Sûriyeyê re ber bi benderên Deryaya Navîn ve vedibe.
Peymana di navbera Bexda û Şamê de beşek ji hewldanên Îraqê ye ji bo xurtkirin û cihêrengkirina deriyên hinardekirina nefta xav. Armanceke din a peymanê kûrkirina hevkariya aborî ya bi Sûriyeyê re ye. Armanca peymanê herwiha ew e ku ji nefta xav a Îraqê re li bazarên cîhanê rêyên nû yên derketinê veke.