Qeymeqamê Akrê Dilawer Bozo: Kujerê du birayan xwe radest kir
1 xulek xwendin

Çi çêbû?
Qeymeqamê navenda qezaya Akrê ya girêdayî parêzgeha Dihokê, Dr. Dilawer Bozo, ragihand ku kesê ku du bira kuştine xwe radestî hêzên ewlehiyê kiriye. Bozo ev daxuyanî roja Yekşemê, 25ê Cotmeha 2026an da. Li gorî Bozo, kesê navborî demeke kurt berî daxuyaniyê xwe radest kir.
Êrişa çekdarî roja Pêncşemê, 22ê Cotmeha 2026an qewimî. Kesekî li ber Parka Akrê gule li du birayan reşandin. Her du bira di êrişê de jiyana xwe ji dest dan. Kesek jî birîndar bû.
Li gorî daxuyaniya Polîsê Akrê, kesên ku jiyana xwe ji dest dane birayên bi navê Cemal Hacî û Felah Hacî ne. Polîsê Akrê ragihand ku birîndar jî birayekî ê din e. Herwiha Polîsê Akrê diyar kir ku kesê ku gule reşandine kurê meta wan birayên ku hatine kuştin e.