Bermîlek petrola Brentê 100 dolar e.

Çi çêbû?
Bihayên petrolê li bazarên navneteweyî bi awayekî nearam diguherin. Her çend îhtîmala şer kêm bûye jî, biha asta xwe ya bilind diparêzin.
Hat ragihandin ku roja În, 6ê Mijdara 2026an, bihayê bermîlek petrola Brentê 1 dolar û 76 sent zêde bûye. Bi vê zêdebûnê bermîlek petrola Brentê bi 100 dolaran hat danûstandin. Di heman rojê de bermîlek petrola Teksasê jî 1 dolar û 25 sent bi nirxtir bû. Bihayê bermîlek petrola Teksasê bilind bû û gihîşt 91 dolar û 77 sentan.
Komarîxwazan di hilbijartinên navber ên Amerîkayê de şikest xwar. Girêdana vê şikestê bi şerê Îranê ve îhtîmala ji nû ve geşbûna şer qels kir. Lê daxuyaniyên dijberî hev ên Serokê Amerîkayê Donald Trump nezelaliyê didomînin. Trump di daxuyaniyên xwe de behsa operasyoneke sînordar û wêrankirinê dike. Ev daxuyanî hê jî îhtîmala ji nû ve destpêkirina şer vekirî dihêlin. Ji ber vê sedemê, tevî daketinên biçûk jî, bihayên petrolê asta xwe ya bilind diparêzin.