Li Ceylanpinarê di qezayeke trafîkê de 2 kes mirin, 5 kes birîndar bûn
1 xulek xwendin

Çi çêbû?
Li navçeya Ceylanpinarê ya Rihayê, di encama lihevketina du otomobîlan de 2 kes jiyana xwe ji dest dan û 5 kes birîndar bûn.
Qeza li nêzî Taxa Saraççeşmeyê ya li ser rêya Ceylanpinar-Qoserê qewimî.
Li gorî agahiyan, du otomobîl ji ber sedemeke ku hêj ne zelal e li hev ketin.
Ji ber tundiya lihevketinê, 7 kesên ku di wesayîtan de bûn birîndar bûn.
Piştî agahdariyê, tîmên tenduristiyê yên ku hatin şandin cihê bûyerê destwerdana pêşîn li birîndaran kir. Paşê birîndar bi ambulansan hatin birin nexweşxaneyan.
Ji birîndarên ku hatibûn birin nexweşxaneyê 2 kes, tevî hemû hewldanên bijîşkan, nehatin rizgarkirin.
Hat diyarkirin ku dermankirina 5 birîndarên mayî berdewam dike.