Here naverokê
BakurSiyaset

Serokê şaredariyê yê dawî yê CHPê li Şirnexê ji partiyê îstifa kir

1 xulek xwendin
Serokê şaredariyê yê dawî yê CHPê li Şirnexê ji partiyê îstifa kir

Çi çêbû?

Serokê Şaredariya Qesrikê ya girêdayî parêzgeha Şirnexê ya li Bakurê Kurdistanê, Sadun Şanli, ragihand ku ew ji Partiya Gel a Komarî (CHP) îstifa kiriye. Şanli biryar da ku ji niha û pê ve erkê xwe wekî serbixwe bidomîne.

Bi vê îstifayê ti şaredariyeke ku CHP li seranserê Şirnexê birêve dibe nema. Bi vî awayî partiyê keleha xwe ya dawî ya li parêzgehê jî bi fermî winda kir.

Şanli heta niha derbarê sedema veqetîna xwe ya ji partiyê de daxuyaniyeke fermî neda. Piştî ku nûçeya îstifayê hat bihîstin, gelek gotegot belav bûn ku dibe Şanli derbasî Partiya Edalet û Geşepêdanê (AKP) bibe. Li gorî van gotegotan, Şanli bi Parlamenterê AKPê yê Şirnexê Arslan Tatar re hevdîtin kir. Heman gotegotan îdîa kir ku bi Serokê AKPê yê Parêzgeha Şirnexê Muhammed Yarka re jî hevdîtinek hatiye kirin.

Şanli di hilbijartinên herêmî yên 31ê Adara 2024an de ji lîsteya CHPê bûbû berendam. Wî di hilbijartinê de 841 deng girtin û ji sedî 50ê dengan bi dest xist. Berendamê AKPê Muhammed Şanli jî 558 deng girtin, ango ji sedî 33,3.