Here naverokê
CîhanCîhan

Serokkomarê Çînê Şî Jinping bang li entegrasyona aborî kir

2 xulek xwendin
Serokkomarê Çînê Şî Jinping bang li entegrasyona aborî kir

Çi çêbû?

Serokkomarê Çînê Şî Jinping li herêma Asya-Pasîfîkê bang li entegrasyoneke aborî ya pêşketîtir a li ser bingeha vekirîbûn û hevkariyê kir. Herêma Asya-Pasîfîkê di aboriya cîhanê de xwedî giraniyeke giring e.

Şî li bajarê Şenzenê yê girêdayî parêzgeha Guangdongê ya Çînê axivî. Wî ev axaftin di vekirina Lûtkeya CEOyên APECê de kir, ku di çarçoveya Lûtkeya Hevkariya Aborî ya Asya-Pasîfîkê (Asia-Pacific Economic Cooperation, APEC) de tê lidarxistin. Ev civîn nûnerên cîhana karsaziyê û yên hikûmetan digihîne hev.

Şî got ku di cîhana îroyîn a guherbar û aloz de geşbûna gerdûnî leza xwe winda dike. Wî diyar kir ku yekalîbûn û parastinxwazî xurtir dibin. Lê wî da zanîn ku tevî şert û mercên dijwar jî bazirganiya gerdûnî geşbûna xwe didomîne. Wî her wiha destnîşan kir ku pêngavên mezin ên di teknolojiyên nûhatî de ji her demê zêdetir bilez bûne.

Rêberê Çînê diyar kir ku vebûna li derve û avakirina pirên hevkariyê kilîta refaha herêmê ye. Wî got ku dîrokê nîşanî me daye ku vekirina deriyan pêşketinê tîne, lê girtina deriyan hinekan li paş dihêle.

Şî pêşniyar kir ku li Asya-Pasîfîkê herêmeke bazirganiya azad were avakirin. Wî xwest ku hevkarî di veguherîna dijital a bazirganiyê, bazirganiya elektronîk a derveyî sînoran û gumrikên jîr de zêde bibe. Wî got ku divê hevkariya navneteweyî di zincîreyên pîşesazî û dabînkirinê de kûrtir bibe. Li gorî Şî, ev gav dê rê li ber entegrasyoneke aborî ya pêşketîtir vekin.

Şî her wiha anî ziman ku çareserkirina cudahiyan bi diyalog û şêwirînê ji her demê giringtir e.

33emîn Lûtkeya APECê di navbera 17 û 19ê Mijdarê de li Şenzenê tê lidarxistin. APEC ji 21 aboriyên li kembera Pasîfîkê pêk tê. APECê yekemîn lûtkeya xwe di sala 1989an de li dar xist. Çînê berê di sala 2001ê de li Şanghayê û di sala 2014an de li Pekînê mazûvaniya lûtkeyê kiribû.