Li Antalyayê ji bo COP31ê 27 hezar û 957 karmendên ewlehiyê dê erkê bigirin ser xwe
Çi çêbû?
Li bajarê Antalyayê yê li peravê Deryaya Spî ya Tirkiyeyê, berî Konferansa Guherîna Avhewayê ya Neteweyên Yekbûyî (COP31), tedbîrên ewlehiyê yên tund hatin girtin. Lûtke dê di navbera 9 û 20ê Mijdarê de pêk were. Bi hezaran karmendên ewlehiyê yên zêde têne şandin bajêr. Balafira bêmirov a bi navê Uçbey, ku Birêvebiriya Ewlehiyê ya Antalyayê nû bi dest xistiye, dê di çavdêriyê de jî were bikaranîn.
Li gorî plana ewlehiyê ya ku Waliyê Antalyayê Hulusî Şahîn eşkere kir, di dema lûtkeyê de dê li bajêr 27 hezar û 957 karmend kar bikin. Li gorî planê, 2 hezar û 94 ji vê hêzê polîsên çalakiya bilez in. 1699 ji jî ji yekîneyên operasyonên taybet in. Di planê de her wiha 12 wesayîtên avavêj (TOMA), 26 wesayîtên zirxî û 5 balafir cih digirin.
Tedbîrên ku li Antalyayê hatine girtin, Lûtkeya NATOyê ya ku di Tîrmeha 2026an de li Enqereyê, paytexta Tirkiyeyê, hatibû lidarxistin, dîsa anî rojevê. Di wê lûtkeyê de 70 hezar karmendan kar kiribû. Bi biryara walîtiyê, di navbera hin dîrokan de li seranserê bajêr xwepêşandan, meş û çalakî hatibûn sînordarkirin. Wezîrê Karên Hundir ê Tirkiyeyê Mustafa Çiftçî di nirxandineke xwe ya berê de gotibû ku Lûtkeya NATOyê bê pirsgirêk bi dawî bûye. Li gorî Çiftçî, COP31 jî bi heman hestiyarî û hevrêziyê hatiye plankirin.
Saziyên civaka sivîl jî xwe ji bo çalakiyên paralel ên lûtkeyê amade dikin. Rêxistinên jîngehê radigihînin ku ew ê di çarçoveya Lûtkeya Avhewayê ya Gelan de di 14ê Mijdarê de li Antalyayê derbikevin qadan. Rêxistin plan dikin ku ji Parka Aydin Kanza ber bi Qada Komarê ve bimeşin û mîtîngê li dar bixin. Rêxistin diyar dikin ku divê lûtke bibe platformeke ku ne tenê deng bide nûnerên hukûmetan, lê belê deng bide kesên ku rasterast ji krîza avhewayê bandor dibin jî.