Here naverokê
BaşûrAborî

Çavdêrgeha Eko Îraq: Dahata neftê ya Îraqê ji 37 milyar dolaran derbas bû

1 xulek xwendin
Çavdêrgeha Eko Îraq: Dahata neftê ya Îraqê ji 37 milyar dolaran derbas bû

Çi çêbû?

Li gorî rapora Çavdêrgeha Eko Îraq, Îraqê di neh mehên pêşîn ên îsal de 533 milyon û 459 hezar û 327 bermîl nefta xav hinarde kir. Çavdêrgehê diyar kir ku ev hejmar li ser bingeha daneyan in ku SOMOyê pêşkêşî Encumena Nûneran a Îraqê kirine.

Li gorî Çavdêrgeha Eko Îraq, ji nefta hinardekirî 37 milyar û 388 milyon û 384 hezar û 828 dolar dahat bi dest ket. Çavdêrgehê ragihand ku zêdetirî 33 milyar dolar ji vê dahatê li hesabê Banka Navendî ya Îraqê hatine danîn.

Li gorî agahiyên Çavdêrgeha Eko Îraq, di heman heyama neh mehan de 25 milyon û 95 hezar û 454 bermîl ji nefta Herêma Kurdistanê hatin hinardekirin. Ev neft bi rêya Bendera Ceyhanê hat hinardekirin. Çavdêrgehê diyar kir ku ev miqdar bi navînî rojane dibe 93 hezar bermîl.

Çavdêrgehê herwiha ragihand ku bi rêya rêgeha 50 milyon û 757 hezar û 644 bermîl neft ji bo Tirkiyeyê hatine hinardekirin.