Dana Gasê 156 milyon dolar ji deynên xwe yên li ser Herêma Kurdistanê wergirt
Çi çêbû?
Dana Gasê, şîrketa gaza xwezayî, roja Înê, 6ê Mijdara 2026an, encamên xwe yên darayî yên neh mehên pêşîn ên sala 2026an ragihandin. Ev şîrket wekî şîrketa herî mezin a sektora taybet di warê gaza xwezayî de li Rojhilata Navîn tê naskirin. Li gorî daxuyaniya Dana Gasê, qezenca safî ji sedî 48 zêde bû û gihîşt 152 milyon dolarî. Şîrketê ev zêdebûn bi bilindbûna berhemanînê ya li zeviya Kormorê ya Herêma Kurdistanê ve girê da. Şîrketê baştirbûna bihayên petrol û gazê li bazaran jî wekî yek ji sedemên vê zêdebûnê destnîşan kir.
Dahata giştî ya şîrketê ji sedî 48 zêde bû û gihîşt 377 milyon dolarî. Ev hejmar di heman heyama sala 2025an de 255 milyon dolar bû. Tenê di çaryeka sêyem de qezenca safî ji sedî 50 zêde bû û bû 45 milyon dolar.
Şîrketê bi bîr xist ku projeya berfirehkirinê ya KM250 li Kormorê di Cotmeha 2025an de temam bûbû. Li gorî Dana Gasê, projeyê kapasîteya rojane ya berhemanîna gazê ji sedî 50 zêde kir û gihand 750 milyon lingê kûb. Berhemanîna navînî ya şîrketê li Herêma Kurdistanê gihîşt rojê 42 hezar û 300 bermîl hevwateya petrolê. Şîrketê her wiha ragihand ku wê ji nû ve dest bi şandina gazê ji bo stasyona nû ya karebayê li parêzgeha Kerkûkê ya Îraqê kiriye. Ev şandin di çarçoveya peymaneke bi Wezareta Karebayê ya Îraqê re berdewam e. Peyman di meha Tebaxê de dest pê kir û dabînkirina rojane ya 100 milyon lingê kûb gazê pêşbînî dike.
Şîrketê ragihand ku pêşxistina zeviya gazê ya Çemçemalê, ku girêdayî parêzgeha Silêmaniyê ye, berdewam e. Budceya projeyê, ku di bin sîwana konsorsiyuma Pearl Petroleum de ye, 160 milyon dolar e. Li gorî Dana Gasê, kolandina bîran dê berî dawiya 2026an dest pê bike. Yekem berhemanîna gazê ji zeviyê jî di destpêka sala 2028an de tê çaverêkirin. Pearl Petroleumê di meha Cotmehê de derxistina senedên deyn ên 5 salî yên bi nirxê 500 milyon dolarî temam kir.
Dana Gasê di neh mehan de 156 milyon dolar ji deynên xwe yên li ser Herêma Kurdistanê wergirt. Deynên şîrketê yên li herêmê di dawiya Îlonê de bûn 189 milyon dolar. Rêveberê Cîbicîkar ê Dana Gasê Richard Hall got ku pêşxistina zeviya Çemçemalê, wekî projeya a mezin a pêşerojê, gaveke baş avêtiye.
Li Misrê jî berhemanîna şîrketê ji sedî 10 zêde bû û gihîşt rojê 13 hezar û 500 bermîl hevwateya petrolê. Şîrketê ragihand ku hemû deynê xwe yê 74 milyon dolarî yê li wir wergirtiye.