Hat ragihandin ku şandeya DEM Partiyê dê here Îmraliyê
1 xulek xwendin

Çi çêbû?
Hat ragihandin ku Şandeya Îmraliyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) dê di rojên pêş de serdanekê li Girava Îmraliyê ya girêdayî parêzgeha Bursayê bike.
Hat gotin ku endamên şandeyê dê li giravê bi rêberê PKKê Abdullah Ocalan re bicivin.
Şandeyê serdana xwe ya dawî ya giravê di 13ê Îlonê de kiribû. Ji wê serdanê ve 62 roj derbas bûne.