Here naverokê
RojavaCivak

Li Dêrezorê di teqîna bermahiyeke şer de du zarokên keç mirin

2 xulek xwendin

Çi çêbû?

Li gorî nûçeyeke taybet a Enab Baladiyê, roja Duşemê, 2ê Mijdarê, li derdora gundê Muayzileyê mayineke bejahî ya ji şer mayî teqiya. Gund girêdayî bajarê Ebû Kemalê yê parêzgeha Dêrezorê ya Sûriyeyê ye. Di teqînê de du zarokên keç jiyana xwe ji dest dan. Du zarokên din ên ku xwişkên in jî bi astên cuda birîndar bûn.

Çavkaniyên herêmî yên gund vegot ku keçên ji heman malbatê di dema teqînê de li derdora gund bûn. Heman çavkaniyan destnîşan kir ku du zarok ji ber birînên xwe yên giran li cihê bûyerê mirin. Li gorî çavkaniyan, her du zarokên din bi giranî birîndar bûn. Xelkê herêmê û tîmên ambulansê li cihê bûyerê alîkariya pêşîn pêşkêşî birîndaran kir. Paşê zarok ji bo neştergerî û dermankirinê hatin veguhestin Nexweşxaneya Ayşe ya li Ebû Kemalê.

Li gelek deverên gundewarên Dêrezorê mayin û cebilxaneyên neteqiyayî hê jî sivîlan, bi taybetî zarokan, dikujin. Xelkê herêmê gelek caran daxwaz kir ku erd bên kontrolkirin û zeviyên çandiniyê û cihên niştecihbûnê bên paqijkirin. Mirin û birîndarbûn piştî hilweşîna rejîma berê ya Sûriyeyê an jî vekişîna Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) û bidawîhatina operasyonên leşkerî zêde bûn.

HALO Trust rêxistineke navneteweyî ya alîkariya mirovî ye ku li seranserê cîhanê cebilxaneyên neteqiyayî paqij dike. Li gorî tomarên HALO Trustê, ji destpêka 2026an ve li Sûriyeyê nêzîkî 700 kes ji ber mayin û bermahiyên şer mirin an birîndar bûn. Rêveberê bernameya Sûriyeyê ya rêxistinê, Simon Jackson, got ku bi navînî her şeş saetan nêzîkî yek kes dimire an birîndar dibe. Li gorî Jackson, ev cebilxane rê li ber cotkaran digire ku tov biçînin û rê li ber mirovan digire ku malên xwe ji nû ve ava bikin. Jackson diyar kir ku heke leza kar du qat jî bibe, dibe ku paqijkirin 20 heta 30 salan bidome.

Berpirsê operasyonên başûrê Sûriyeyê yê rêxistinê, Huseyîn Quzahlî, got ku tîm li taxa Cobarê ya Şamê di nêzîkî heşt mehan de tenê karîn nêzîkî 200 hezar metre çargoşe rê paqij bikin.

Hat ragihandin ku tîmên Wezareta Rewşên Awarte û Rêveberiya Karesatan a Sûriyeyê di nîvê pêşîn ê sala 2026an de 981 operasyonên paqijkirina cebilxaneyên neteqiyayî û 369 lêkolînên ne teknîkî kirine.