Di lehiyên Reqa û Dêrezorê de pênc kes jiyana xwe ji dest dan

Çi çêbû?
Hat ragihandin ku roja Pêncşemê, 29ê Cotmehê, li parêzgehên Reqa û Dêrezorê yên li bakurê rojhilatê Sûriyeyê, pênc kes di lehiyên ku ji ber barana dijwar rabûn de jiyana xwe ji dest dane. Hat gotin ku hin kes jî winda ne. Li beşeke berfireh a herêmê, barana xurt a bi gurmîna ewran êvara Çarşemê, 28ê Cotmehê, dest pê kiribû.
Tebqa û Safsafe yên girêdayî parêzgeha Reqayê herî zêde zirar dîtin. Pira Selmanî ya li ser riya Heleb-Reqayê hilweşiya. Niştecihên herêmê gotin ku di hilweşînê de kesek mir û kesên din winda bûn. Li gundê Huneyde yê li gundewarê Reqayê, zarokek di newalekê de xeniqî. Rêveberiya Ragihandinê ya Reqayê ragihand ku riyên Reqa-Dêrezor û Huneyde-Cuaydîn ji ber lehiyê hatine girtin.
Li bajarokê Hemar el-Elî yê li gundewarê rojavayê Dêrezorê, zarokek 13 salî xeniqî û jiyana xwe ji dest da. Li herêma Hureybşe ya li ser riya Dêrezor-Şamê jî lehiyê du kes bi xwe re birin û ew mirin. Yek ji Harib Mihemed el-Xelef ê 50 salî yê ji bajarokê Suseyê bû. Helîkopterên artêşa Sûriyeyê beşdarî xebatên rizgarkirina kesên ku li Şula û Hureybşeyê asê mabûn bûn.
Rêveberiya Ragihandinê ya Dêrezorê ragihand ku ji ber zirara kabloyên fîber optîk, internet û têkilî li parêzgehê qut bûne. Komîteya Bersivdana Awarte ya Dêrezorê seferên ber bi parêzgehên din ve rawestandin. Komîteyê pirên li ser avê yên li Dêrezor û Meyadînê jî girtin.
Wezîrê Rewşên Awarte û Rêveberiya Karesatan yê Sûriyeyê Raîd es-Salih ragihand ku tîman 15 sivîlên ku di wesayîtên xwe de asê mabûn rizgar kirine. Salih destnîşan kir ku 375 malbat ji sê kampên li gundewarê Reqayê hatine valakirin. Li gorî wezîrî, zêdetirî 350 agahdarî gihîştin û tîman 165 destwerdanên meydanî kirin.
Wezareta Perwerdeyê ya Sûriyeyê di 29ê Cotmehê de dibistanên li Reqa, Dêrezor û ya li Rojavayê ji bo rojekê girtin. Zanîngeha Firatê jî di sê şaxên xwe de ders û ezmûn rawestandin.