Polîsê Dihokê: Di şerekî de heft kes hatin desteserkirin

Çi çêbû?
Rêveberiya Polîsê ya Parêzgeha Dihokê ragihand ku şeva Îniyê, 30ê Cotmeha 2026an, li taxa KRO ya bajarê Dihokê şerek derketiye. Şer di navbera karmendên xwaringehekê û gihandvanên xwarinê de qewimî. Li gorî daxuyaniya polîsan, di bûyerê de du kes bi sivikî birîndar bûn.
Li gorî daxuyaniya nivîskî ya Rêveberiya Polîsê ya Parêzgeha Dihokê, şer piştî gengeşiyekê dest pê kir. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku tîmên polîsan yekser piştî bûyerê gihîştin deverê. Efser û karmendên Navenda Polîsê ya Dasinyayê derbarê bûyerê de dosyeyeke lêkolînê vekirin.
Polîsan ragihand ku bi biryara dadwer heft kes ji her du aliyan hatin desteserkirin. Li gorî daxuyaniyê, biryar xwe dispêre xala 413an a Qanûna Cezayê ya Îraqê.
Rêveberiya Polîsê ya Parêzgeha Dihokê ragihand ku rewşa li cihê bûyerê bi tevahî di bin kontrola polîs û dezgehên ewlehiyê de ye. Di daxuyaniyê de hat gotin ku aramî li deverê vegeriyaye.