Polîsê Dihokê: Jinek ji aliyê birayê xwe ve hat kuştin

Çi çêbû?
Berdevkê Polîsê Parêzgeha Dihokê Hêmin Silêman ragihand ku li navenda parêzgeha Dihokê ya girêdayî Herêma Kurdistanê, di projeyeke niştecihbûnê de jineke 33 salî hat kuştin. Li gorî agahiyên ku Silêman dan, jin ji aliyê birayê xwe ve bi demançeyê hat gulebarankirin.
Silêman roja Sêşemê, 17ê Mijdara 2026an, di daxuyaniyekê de bûyer vegot û ragihand ku wê rojê li Dihokê di projeyeke niştecihbûnê de tohmetbarekî xwişka xwe ya 33 salî bi demançeyê kuştiye. Wî her wiha got ku piştî şopandineke hûr, nasnameya tohmetbar ji aliyê polîs û hêzên ewlehiyê ve hat diyarkirin û tavilê lêgerîn hat destpêkirin.
Berdevk diyar kir ku tohmetbar piştî demeke kurt xwe bi xwe radestî hêzên Asayîşa Parêzgeha Dihokê kiriye. Silêman diyar kir ku lêkolîn hem li ser bûyerê hem jî li ser tohmetbar berdewam e. Derbarê sedema kuştinê de jî wî got ku tohmetbar xwişka xwe ji ber pirsgirêkeke civakî kuştiye.
Hat ragihandin ku tohmetbar bi biryara dadger û li ser bingeha madeya 406an a Yasaya Cezadanê ya Îraqê li binçavan tê ragirtin.
Li gorî Silêman, hemû qonaxên lêkolînê li Nivîsîngeha Nehîştina Tawanên Kuştinê ya girêdayî Polîsê Nehîştina Tawanan têne meşandin. Berdevk got ku armanca vê pêvajoyê ew e ku sedemên sereke û rastîn ên tawanê derbikevin holê.