Here naverokê
BaşûrAborî

Li Dihokê rûbera çandina birincê kurdî du qat zêde bû

1 xulek xwendin
Li Dihokê rûbera çandina birincê kurdî du qat zêde bû

Çi çêbû?

Li qezaya Akrêyê ya girêdayî parêzgeha Dihokê, dirûna birincê kurdî dest pê kir. Piştî nêzîkî şeş mehan ked û lênêrîna zeviyan, kombaynan dest bi berhevkirina berhemê kir. Hat ragihandin ku berhem pir e û kalîteya wê bilind e. Berhem hem bi dilê cotkaran hem jî bi dilê xerîdaran bû.

Mehmûd Sûrçî, cotkarê ku li gundê Hesenîyê yê girêdayî Akrêyê 33 donim birinc çandiye, got ku kalîteya berhemê westiyana çend mehan qerebû kir. Sûrçî dibêje ku berhema îsal gelekî baş e û tama wê jî gelekî xweş e. Ew her wiha dibêje ku piraniya xelkê Silêmaniyê vê cureyê hildibijêrin. Sûrçî got ku van rojan daxwazeke mezin li ser berhema heye. Li gorî wî, bazara vê cureyê ji cureyên din gelekî baştir e.

Zêdebûna baranê ya îsal rûbera çandina birincê kurdî li parêzgeha Dihokê du qat zêde kir. Par rûbera çandî 15 hezar donim bû. Vê demsalê gihîşt 30 hezar donimî. Ji sedî 80ê rûbera giştî dikeve nav erdên qezaya Akrêyê.

Li bazara herêmî daxwazeke zêde li ser birincê heye. Biha jî beramberî sala borî aram mane. Kîloyek birinc, li gorî cure û kalîteya xwe, di navbera 2500 û 5500 dînarên Îraqî de tê firotin.

Bazirgan Seyfullah Remezan da zanîn ku daxwaza li ser birincê herêmê berfireh bûye. Remezan dibêje ku berhem pêşî diçe bazarên Silêmaniyê, paşê jî diçe Hewlêrê. Ew her wiha dibêje ku daxwaza li ser birincê Akrêyê her sal zêde dibe û êdî bo derveyî welat jî tê hinardekirin. Li gorî wî, daxwaz ewqas bilind e ku şiyana hilberînê ya cotkaran bi temamî têra wê nake.

Tê texmînkirin ku îsal li seranserê Dihokê hilberîna birincê kurdî bigihîje nêzîkî 50 hezar tonan. Pirbûna avê û berfirehbûna erdên çandiniyê bingeha vê texmînê ne.