Here naverokê
BakurCîhan

Li Dîlokê otobuseke geştê û kamyonek li hev ketin, 20 kes birîndar bûn

1 xulek xwendin
Li Dîlokê otobuseke geştê û kamyonek li hev ketin, 20 kes birîndar bûn

Çi çêbû?

Hat ragihandin ku li navçeya Nurdaxê (Nurdağı) ya girêdayî Dîlokê otobuseke geştê û kamyonek li hev ketin û di qezayê de 20 kes birîndar bûn. Hat gotin ku rewşa 3 ji birîndaran giran e.

Qeza li beşa Nurdaxê ya Rêya Bilez a Tarsus-Adana-Antep (TAG), li herêma Nogaylarê qewimî. Hat îdiakirin ku kamyona bi plakeya 21 AHH 969, ku barê wê peyîn bû û ajokarê wê (Ö.A.) diajot, ji kontrolê derketiye. Li gorî îdiayê, kamyon li navbenda rêyê ket û çeprast bû. Otobusa geştê ya bi plakeya 47 ACE 644, ku ji paş ve dihat û S.A. diajot, li kamyona çeprastbûyî ket. Piştî lihevketinê gelek rêwiyên di otobusê de birîndar bûn.

Bûyer ji Navenda Bangên Acîl a 112 re hat ragihandin. Li ser vê agahiyê gelek tîmên cendirmeyê, tenduristiyê, agirkujiyê û UMKE hatin şandin herêmê. Tîmên cendirmeyê li ser rê tedbîrên ewlehiyê girtin. Tîmên tenduristiyê li cihê bûyerê destwerdana pêşîn li 20 birîndaran kir, ku rewşa 3 ji giran bû. Paşê birîndar hatin birin nexweşxaneyên navenda bajarê Dîlokê.

Hat zanîn ku otobusa geştê ji Stenbolê rêwî dibirin bajarê Mêrdînê.

Piştî qezayê, li rêya bilez trafîka ber bi Dîlokê ve bi awayekî kontrolkirî ji yek şerîdê hat birêvebirin. Ajokarê kamyonê hat binçavkirin. Derbarê qezayê de lêpirsîneke berfireh hat destpêkirin.