Here naverokê
RojavaCivak

Penaberekî Efrînî ji ber qezayeke trafîkê ya li Dihokê jiyana xwe ji dest da

1 xulek xwendin
Penaberekî Efrînî ji ber qezayeke trafîkê ya li Dihokê jiyana xwe ji dest da

Çi çêbû?

Penaberekî ji bajarê Efrînê yê girêdayî parêzgeha Helebê, di encama qezayeke trafîkê de li parêzgeha Dihokê ya girêdayî Herêma Kurdistanê jiyana xwe ji dest da.

Hat ragihandin ku navê kesê ku jiyana xwe ji dest daye Ebdulreman Mistefa Oso ye. Oso di 17ê Cotmehê de, dema li Dihokê werziş dikir, rastî qezayeke trafîkê hat. Piştî qezayê çend rojan hat dermankirin. Ji ber birînên xwe yên giran li nexweşxaneyeke Dihokê jiyana xwe ji dest da.

Oso, yê ku ji Efrînê hatibû koçberkirin, ji navçeya Cindirêsê ya girêdayî Efrînê bû. Hat diyarkirin ku ew bavê çar zarokan bû. Termê Oso hat şandin Efrînê.