ENKS û Yekîtiya Siryanî li ser paşeroja Sûriyê axivîn

Çi çêbû?
Encumena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS) û Yekîtiya Siryanî li ser pêşketinên dawî yên siyasî yên li Sûriyê gotûbêj kirin. Di hevdîtinê de li ser dijwariyên têkildarî paşeroja Sûriyê û pêvajoyên li pêş jî hat axaftin.
ENKSê civîn roja Çarşemê, 21ê Cotmeha 2026an, li dar xist. Serokê ENKSê Mihemed Îsmaîl serokatiya şandeya ENKSê kir. Endamên desteya serokatiyê ya Encumenê jî beşdarî civînê bûn. Sanharîb Barsom jî li serê şandeya Yekîtiya Siryanî bû.
Aliyan li ser xurtkirina têkilî û hevrêziya di navbera pêkhateyên Kurd, Ereb û Xiristiyan de gotûbêj kirin. Di civînê de hat diyarkirin ku ev hevkarî dê ji bo aramî û ewlehiyê bibe alîkar. Herwiha hat gotin ku hemû pêkhate dikarin zêdetir beşdarî şêwedana qonaxa pêş a Sûriyê bibin.
Her du aliyan rewşa giran a debarê ya li herêmê jî nirxand. Hat gotin ku pirsgirêkên aborî û kêmasiyên xizmetguzariyê bandorê li jiyana welatiyan dikin. Aliyan diyar kir ku divê giringî bi hewcedariyên gel bê dayîn û zehmetiyên wî bên sivikkirin.
Di hevdîtinê de li ser zêdekirina diyalogê di navbera hêzên siyasî û civakî de nêrîn hatin danûstandin. Pêşxistina kanalên têkilî û hevrêziyê ji bo berjewendiyên hevpar jî hat rojevê. Hat destnîşankirin ku ev gav dê alîkariya têkoşîna li dijî dijwariyên siyasî, aborî û civakî bike.
Aliyan xwest ku hevdîtin û diyalogên hevpar berdewam bibin. Her du aliyan ragihand ku ew baweriya dualî û çanda pêkvejiyana aştiyane wekî stûnên bingehîn ên aramiyê dibînin. herwiha diyar kir ku hevpariya di navbera pêkhateyan de dê aştiya civakî biparêze.
Di civînê de piştgirî ji paşerojeke re hat dayîn ku maf û azadiyên hemû Sûriyeyiyan misoger bike. Herwiha di civînê de hat diyarkirin ku divê ev paşeroj rêzê li cihêrengiya neteweyî, olî û çandî bigire. Xurtkirina pirdengiyê û hevkariya di navbera pêkhateyan de jî hat xwestin.
Hevdîtin wekî beşek ji hewldanên xurtkirina têkiliyan di navbera hêzên siyasî û nûnerên pêkhateyan ên li herêmê de pêk hat. Armanca van hewldanan ev e ku zemînê ji bo lihevkirinên hevpar ên ku piştgiriya aramiyê bikin amade bikin.