Fatîh Erbakan: Em ê di desthilatdariyê de pirsgirêka perwerdeya bi zimanê dayîkê çareser bikin

Çi çêbû?
Serokê Giştî yê Partiya Yenîden Refahê (YRP) Fatîh Erbakan got ku eger partiya wî were ser desthilatê, ew ê pirsgirêka perwerdeya bi zimanê dayîkê bi awayekî teqez çareser bikin. Erbakan piştî serdana dikandaran bersiva pirsên rojnamevanan da.
Erbakan beşdarî daxuyaniyeke çapemeniyê jî bû ku li ber Mizgefta Mezin hat dayîn. Azerbaycanê 31 welatiyên Tirkiyeyê wekî kesên nexwestî ragihandibûn. Gelek rêxistinên civaka sivîl ev daxuyanî wekî bertek li hember vê biryarê li dar xistin.
Dema ku ji Erbakan li ser qedexeya serpoşê ya li dibistanên Azerbaycanê hat pirsîn, wî diyar kir ku ew vê helwesta rêveberiya Azerbaycanê rast nabîne. Li gorî wî, astengkirina mafê perwerdeyê yê keçan li dijî azadiya ol û baweriyê û mafên mirovan e. Erbakan anî ziman ku partiya wî bi daxuyaniyekê ev pêkanîn şermezar kiriye û qedexeya têketinê piştî wê daxuyaniyê hatiye danîn. Erbakan got ku bê guman ji bo ne giring e ka qedexeya têketinê heye an na û xwest ku qedexe yekser were rakirin. Erbakan destnîşan kir ku divê Serokkomarê Tirkiyeyê Eliyev hişyar bike û ji bo çareseriya pirsgirêkê çi ji destê wî tê bike.
Erbakan got ku eger nîqaşek li ser xala 66an a Destûra Bingehîn dest pê bike, ew ê nêrînên xwe eşkere bikin. Wî diyar kir ku partiya desthilatdar û partiyên din hîn li ser vê mijarê nêrîneke zelal eşkere nekirine. Erbakan diyar kir ku ew bêyî ku cudahiyê bixin navbera nijad û mezheban, hatine herêmê da ku 86 milyonan hembêz bikin.
Erbakan anî ziman ku tu kes nikare mafê perwerdeyê û mafê axaftina Kurdî, ango zimanê dayîkê, xesb bike. Wî bi bîr xist ku wan ev nêrîn di hevdîtinên xwe yên li Wanê de jî parve kiribû. Li gorî Erbakan, ev gav dikare bi rêya dibistanên taybet an jî bi destpêşxeriya dewletê were avêtin. Wî got ku pispor û Wezareta Perwerdeya Neteweyî (MEB) dikarin plansaziyê bikin. Erbakan got ku ya giring li vir niyet e û ragihand ku eger daxwaz hebe, ew dixwazin destûr ji perwerdeya bi zimanê dayîkê re were dayîn.